Li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî bi coşeke mezin berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Newroza azadiyê ku her sal li her devera Kurdistanê bi coşek mezin tê pêşwazîkirin û pîrozkirin, îsal jî weke salên bûrî li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zextên dewleta Îranê bi coşeke mezin destpê kiriye û her roj li gelek deverên wê tên pîrozkirin.

Newroz dûh li bajarên Seqiz, Bokan, Mihabad û gelek bajar û gundên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendan hat pîrozkirin.

Di merasîmên dûh de ku sirûdên şoreşgerî hatin qêrîn, girseyan heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê govend gerandin û Newroz û werza Biharê ya sala nû pêşwazî kirin.

Tê payîn ku wê pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam bikin. Wê li hin cihan ku hêj roj û saetên wan nehatine eşkerekirin wê Newrozên fînal jî werin lidarxistin.