Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Heremên dagirkirî
Jinên Sûriyeyê yên ku neçar mane di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de bijîn, rastî şîdetê tên û mafên wan tên binpêkirin. Tevî van hemû êrişan jî jin di bin dagirkeriyê de li ber xwe ddin û têkoşîna xwe didomînin.
Navenda Nûçeyan – Li her derê cîhanê jin, ji bo roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya bi Şîdeta li Dijî Jinan, bi çalakî û aktîvîteyan amadakariyan dikin. Jinên Rojhilata Navîn ên ku li erdnîgariyeke ku her diçe şer lê zêde dibe dijîn jî di bin mercên zehmet ên şer, pevçûn û koçberiyê de li ber xwe didin û têkoşîna xwe mezin dikin. Bi taybetî li bajarên di bin dagirkeriyê de, jiyan her diçe zortir dibe.
Jiyana jinên Idlibê
Di sala 2016’an de bi alîkariya hêzên navneteweyî, Idlib bi temamî ket destên komên paramîlîter. Koma çeteyên bi navê Heyet Tahrîr Al- Şam (Bi navê xwe yê berê Eniya El-Nusra) bi dewleta Tirk re li Idliba ku dagir kiriye, li dijî jinan pêkanînên paşverû xistiye meriyetê. Gelek binpêkirinên li dijî jinan ku wan ji her warê jiyanê dûr dixin meşrû kiriye, bi taybetî ferzkirina girtina rû, zewicandina zarokên keç bi darê zorê û hwd. Her wiha nahêle jin bi tena serê xwe derkevin derve. HTŞ, di heman demê de bi tacîz, tecawiza li dijî jinan, qetilkirin û rêbazên şîdetê, hewl dide tirs û xofê çêbike. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi argumanên olî, ji bo jinan di bin zextan de bigrin, hemû kiryarên dermirovî dikin.
Di sala 2023’yan de di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinan de, ajansa me ji jinên li Idlibê pirsa wateya vê rojê kiribû. Jinan gotibûn ku ev roj tenê navê wê heye lewre bi her awayî şîdet li ser wan tê meşandin.
Di tevahiya sala 2024’an de her çendî daneyên şênber ên der barê şîdeta nava malbatê yan jî ya ji aliyê rêveberiya mêr ve tê kirin di dest me de tunebin jî; ajansa me di vê mijarê de van agahiyan bi dest xistiye:
Kiryarên HTŞ’ê yên li dijî jinan
HTŞ, bi gelek awayan jinan qetil dike, hinek caran wan bi sîxuriyê sûcdar dike, hinek caran jî di bin navê ‘zînayê’ de dike. Van sûcdariyan bi giştî piştî pêvajoyên ‘darizandinê’ yên ne zelal, bi lezgînî dikevin meriyetê û jin bêyî derkevin dadgehê tên înfazkirin. Di gelek rewşan de ev jin, bêyî ku mafê parastinê ji wan re were dayîn, piştî darizandinek demkurt tên darvekirin.
Gelek jinan diyar kiribûn ku bi îdiayên ku bi komên “Bêhurmetiya li dijî Xweda”, “Hevkariya bi komên dijber re”, û “Zînayê” hatine sûcdarkirin û bi awayekî xirab hatine cezakirin. Her wiha diyar kiribûn ku cenazeyên gelek jinan nedane malbatên wan, bêyî merasiman hatine definkirkin.
Li dijî çalakiyên jinan bi şîdetê bersiv didin
Berxwedan û çalakiyên ku jin li dijî Heyet Tahrîr Al-Şam dikin jî bi şîdet tên şewisandin. Di meha Temûzê de, jinên ku tevli çalakiya protesyoyî ya li dijî HTŞ’ê hatibû lidarxistin bûn, rastî şîdeta çeteyan hatin û bi ser malên wan de hatin girtin. Her wiha jin ji aliyê van koman ve rastî gefan hatin.
Li pêşiya jinan gelek astengiyên ku nikarin bikevin nava civakê hatine derxistin. Hinek jinên li Idlibê, ji ber ku li gorî normên civakî nîn in, bi gef û revandinê re rûbirû dimînin.
Mafê perwerdeya jinan jî tê astengkirin û ev rewş dibe sedema zewicandina di temenê biçûk de. Bi taybetî zarokên keç ji perwerdeyê bêpar tên hiştin.
Li Idlibê jin di bin mercên giran de neçarî xebatê dimînin. Saetên xebatê di navbera 12-14’an de ne û bi heqdestek kêm tên xebitandin. Jin ji bo cilên li xwe bikin jî nikarin biryarê bidin lewre di bendên kontrolê yên HTŞ’ê de naxwazin bi hinceta “cilên ne guncaw” werin binçavkirin. Jin neçar in rûyê xwe bigrin.
Binpêkirina mafên mirovan ên navneteweyî û rewşa jinan
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Rêxistin Şopandina Mafên Mirovan ve hatiye dayîn; li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û polîsên girêdayî vê artêşê, li mirovan gelek zulmê dikin û ceza li wan dibirin. Di nava van binpêkirinan de bi awayê kêfî binçavkirin, windakirina bi darê zorê, îşkence, şîdeta zayendî û darizandinên leşkerî hene.
Biyara NY’ê ya ku li ser kaxiz maye 1325
Biryara Hejmara 1325 a Netewên Yekbûyî, armanc dike ku mafê jin û zarokên ku di nav şer de mîsoger bike. Lê belê ev biryar, mixabin tenê li ser kaxezê maye û neketiye pratîkê. Bajarên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jinên li wan deran dijîn, bi binpêkirinên mafan û tundiyê re rû bi rû ne. Jinên ku li wan herêman dijîn nêzî 6 salan e di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ne. Bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin û neçarî koçberiyê mane, hatine qetilkirin, rastî tacîz û destdirêjiyê hatine. Her wiha dagirkeran, gelên wan herêman neçarî koçberiyê kirine û kesên girêdayî xwe jî li herêmê bi cih kirine û guhertina demografîk pêk tînin.
Li Efrînê li dijî jinan tundî
Kantona Efrînê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya ku ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin, cihekî wisa bû ku asta rêxistinbûna jinan lê xurt bû. Efrîna ku weke bajarê jinan dihat pênasekirin piştî dagirkeriyê berovajî bû. Li Efrînê jiyan ji bo jinan her ku çû xirab bû. Ji sala 2024’an ve çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê jinan bi taybetî hedef girtin.
Hinek ji wan bûyeran wiha me;
*Di 22’yê Hezîranê de jina temenê wê mezin Gazaleh Darwish Arabo di mala xwe de rastî êrîşên çeteyên dagirker hat û hat derbkirin.
* Zeynep Şeyho a 85 salî, di 24’ê Hezîranê de ji aliyê leşkerên dagirker ve hat derbkirin krîza dil derbas kir.
*Li gundê Deyr Sawan, jina ku li Efrînê bi cih bûbû bi pitika xwe re rastî êrîşê hat.
* Di meha Îlonê de çeteyên girêdayî Firqeya Sultan Murad li gundê Karê êrîşî jinan kirin û 4 jin birîndar kirin.
72 jin rastî destdirêjiyê hatin
Li Efrînê jin û zarokên keç neçarî zewacê hatin kirin. Li Efrînê ji roja dagirkirinê (18’ê Adarê 2028) heya niha 72 jin rastî destdirêjiyê hatin. Di heman wextê de zêdetirî hezar û 200 jin hatin binçavkirin, ji 100’î zêdetir jin jî winda ne. Jin di nava zext û zordariyek mezin de dijîn. Dîsa 8 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan, 96 bûyerên weke bi darê zorê zewicandin hatin qeydkirin. Ev hejmarên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi derfetên kêm bi dest xistine, ji yên rastîn gelekî kêmtir in.
Binpêkirina hiqûqa navneteweyî
Ev hemû sûc li dijî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan û peymana Cenevreyê ne. Lê belê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ev zagon tên binpêkirin û her roj zêdetir zext li jinan tê kirin.