Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Bakurê Kurdistanê û Tirkiye

Endama TJA’yê Hacer Ozdemîr diyar kir ku desthilatdarî bîrdoziya mêr-dewletê xwedî dike ji ber vê yekê êrişên li ser jinan jî bîrdozî ne û got ku AKP-MHP jinan dike hedef loma divê gavên radîkal û bi cesaret bên avêtin.

AXÎN BAHAR-MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ruxmê hemû êrişên modernîteya kapîtalîst, li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiya jinan bi zanebûna nasname, paradîgmaya modernîteya demokratîk, dibe sîstemeke alternatîf. Dengê herî xurt ji eniya jinên muxalîf ku li dijî kapîtalîzma xwe li ser zayendperestî, nijadperestî, zanistperestî û olperestiyê ava dike û berdewamiya wê ya netew dewlet e bilind dibe.

Desthilatdar di serî de li Rojhilata Navîn destkeftiyên jinan ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine dikin hedef. Yek ji wan welatên sereke jî dewleta Tirk e. Di dema nîqaşên li ser betalkirina zagona bi hejmara 6284’an ku ji 20’ê Adara 2012’an û vir ve di meriyetê de ye û parastina jinan li hemberî kiryaran dikir, bi biryara serokomariyê, 20’ê Adara 2021’ê ji vê biryarê nîvê şevê vekişiyan. Li gorî daneyên JINNEWS'ê, li welatê ku zagonên heyî nayên bicihanîn, di 11 mehên dawî de 379 jin hatine qetilkirin û 212 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Bêguman ev dane tenê bûyerên ku di çapemeniyê de hatine teyîsandin in, ji ber vê yekê ev dane bi temamî rastiyê nîşan nadin.

Bi taybetî jinên Kurdistanê li dijî şerê ku li hemberî hebûn û nirxên wan tê kirin li ber xwe didin û bi rêbazên têkoşîna ku li çar perçeyên Kurdistanê bi pêş xistine ji hemû jinên cîhanê re dibin îlham.

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacer Ozdemîr, bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan êrişên mêr dewletê û li dijî wan êrişan têkoşîna jinan ji ajansa me re nirxand

‘Jin jiyan Azadî veguherî têkoşîneke gerdûnî’

Hacer Ozdemîr di destpêka axaftina xwe de got ku hêzên desthilatdar li ser jinan peyamê dide civakan û di her ernîgariyê de jin bi heman tundiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha diyar kir ku her netew dewletek ji hev bi bandor dibe û mînaka li Yekitiyên Emerîkayê qedexeya kurtajê, li Iraqê jî zagona ku pêşiya zewaca zarokan vedike da û wiha pê de çû: “Li Emerîkayê mafê kurtajê ji însiyatîfa eyaletan re tê hiştin, li Iraqê pêşiya zewaca zarokên 9 salî tê vekirin. Biryara li Iraqê teyîsandina xwe ji Emarîkayê digre. Li welatan guhertinên neyînî yên hinek zagonan didin xuyakirin ku ji hev bi bandor bûne. Lê dema ku netew dewlet ji hev bi bandor dibin, têkoşîna jinan jî ji hev bi bandor dibe. Li Hindistanê jin li dijî sûcê tecawizê daketin kolanan û gotin “Jin, Jiyan, Azadî.” Ev dirûşm dide nîşandan ku têkoşîna jinan ji hev bi bandor bûye û veguheriye têkoşîna gerdûnî. Tevgerên cîhanî ên jinan ji hev gelek tişt fêr bûn.”

‘Ne guhertinên zagonî guhertinên cîvakî girîng in’

Hacer Ozademîr di berdevamiya axaftina xwe de got ku li cîhanê gelek welat pesnê zagonên xwe didin, behsa girîngiya zagonên ku jinan diparêzin dikin lê di pêkanînê de kêmasî derdikevin holê û wiha domand: “Divê em pir zêde bala xwe nedin zagonên ku desthilatdar ava dikin. Mînak pirsgirêkên mîna ne pêkanîn û xwekişandina Hevpeymana Stenbolê, qedexeya kurtajê hene. Lê dema ku di pratîkê de rêxistinkirî bî, ger te rêxistina xwe ava kiribe, tu hêzek bî, tu dikarî hinek tiştan biguherînî. Dema ku ev pêk were dê desthilatdar neçar bimînin xwe li gorî te dîzayn bikin. Lê ger tu xwe li gorî desthilatdariyê dîzayn bikî, xwe li gorî zagonên desthilatdariyê bi cih bikî dê desthilatdar her carê zagonek derxin pêşiya te û biguherînin. Sedema ku ev demek dirêj e tevgerên jinan pir lewaz in ev e.”

‘Guhertina herî girîng guhertina çandî ye’

Hacer Ozdemîr behsa girîngiya guhertina çandî kir û got ku tevgerên jinan di vê xalê de guhertinek dane avakirin. Hacer Ozdemîr destnîşan kir ku ji bo guhertineke civakî çêbibe û di vê guhertinê de destkeftiyên hatine bidestxistin werin parastin divê têkoşîn zêdetir bê xurtkirin û wiha gotinên xwe domand: “Mînak behsa hinek xebatên zanistî tê kirin. Gelo wan xebatan kê kir? Di wan xebatan de tevgerên jinan hebûn? Gelo ev xebat li gorî pêwîstiyên modernîteya kapîtalîst tên kirin? Ji ber vê yekê em balê dikşînin ser modernîteya demokratîk. Netew dewlet kengê bixwaze ev mafê ku daye te dîsa ji te digre. Em dikarin bibêjin ku bi zagonan hinek tişt tên nûkirin. Lê bi têkoşînê hûn dikarin mafên xwe mayînde bikin.

Me berê digot; “Tundiya li dijî jinan polîtîk e” lê êdî em dibêjin ‘bîrdozî’ ye. Ev jî çavkaniya xwe bi demê re ji guhertinên di nava civakê de digre. Çima bîrdozî ye ji ber ku ji encamên bîrdoziya desthilatdariya heyî û mêr-dewletê xwe xwedî dikin. Ji ber vê yekê bîrdozî ye, ne bûyerên serbixwe ne. Ji ber vê yekê dema em ji hevserokatiyê mînak bidin, ev sîstem di zagonan de nîn bû. Armanca vê sîstemê ew bû ki di nava civakê de guhertinê çêbike. Niha hemû rêxistin sîstema hevserokatiyê pêk tînin. Ji ber vê yekê divê em radîkal û bi cesaret bin. Di vê xalê de jinên Kurd di guhertinên civakî de pêşengiyê dikin.”

Li çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna jinan

Hacer Ozdemîr bal kişand ser têkoşîna jinan a li çar perçeyên Kurdistanê û diyar kir ku jinên li Başûrê Kurdistanê di bin zexta KDP’ê de ne û wiha got: “Li Başûr her dem têkoşîna zayendî hebû. Lê ev nebû sazî, veneguherî tevgerê. Cihekî ku daxwaza neteweyî zêde ye lê têkoşîna jinan li wir lewaz ma. Ji ber ku sekna perçebûyî heye. Mînak li wir şerek heye, diviyabû li dijî vî şerî seknek diyarker derketibûya holê. Dema em mêze dikin di qadên giştî de jin pir kêm in. Li Silêmanî jin zêdetir bi tevger in lê ez wisa difikirim ku di pêşengiyê de kêm dimînin. Ev jî nîşan dide ku li çar perçeyan jin ji hev qut in. Ev jî sedema xwe ji bê netewbûnê digre.

'Me dikaribû têkoşîna jinan ya li Rojhilat zêdetir bida xuyakirin’

Hacer Ozdemîr, bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojhilat tê meşandin û got ku hewl didin jinan bi îdamê ceza bikin. Hacer Ozdemîr bal kişand ser cezayên darvekirinê yên ku ji bo endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî û rojnameger Pexşan Ezîzî yên li Girtîgeha Evînê ya Îranê tên girtin û got: “Bi salan e jin li wir tên îdamkirin. Ji bo Zeyneb Celaliyan a 17 sal in di girtîgehê de ye kampanyayên navneteweyî hatin lidarxistin. Lê serpêhatiyên jinên Rojhilat bi Jîna Emînî re zêdetir ketin rojevê. Li welatên rojava jî teyîsandina xwe kir. Bi vî rengî  'Jin, Jiyan, Azadî' li cîhanê belav bû. Diviyabû ev têkoşîn zêdetir bihata mezinkirin. Ev ne tenê berpirsyariya jinên Rojhilat e. Divê em jî di vê mijarê de xwe rexne bikin. Me dikaribû wê bêtir eşkere bida xuyakirin.”

Şoreşa jinan a Rojava bû veguherîna civakî

Hacer Ozdemîr diyar kir ku li Rojava şoreşa jinan îlham daye jinên cîhanê heye û bi vê şoreşê re guhertinek civakî pêkehat û wiha domand: “Li cîhana ku barbariya DAIŞ’ê her kesê ditirsand, jinên Rojava li dijî wan şer kirin. Jinên li Afganistanê yan jinên li her derê cîhanê jinan got; ‘Em ji tecrubeyên jinên Kurd gelek tişt fêr bûn.’ Pêvajoyeke ku êdî bi civaka me re sînordar namîne dest pê kiriye. Ew bûye gerdûnî û veguheriye tevgereke belavî hemû cîhanê bûye. Tevgera jinên Kurd tenê xwe berpirsyar dibîne. Nabêje bila ez xwe rizgar bikim û têkoşîna azadiyê bi dest bixim. Dibêje

ez çawa jiyana kollektif a ku tê de cih bigrim ava bikim. Dibêje ez dikarim çawa azadiya we ava bikim? Rêxistinbûyinê çawa pêk bînim?

‘AKP-MHP têkoşîna jinên Kurd hedef digrin’

Hacer Ozdemîr diyar kir ku jinên Kurd li Tirkiyeyê di bin hedefa desthiladariya AKP-MHP’ê de ne lê tevî vê jî jin pêşengiya guhertinê dikin û got: “Tevgera  jinên Kurd ne tenê li Kurdistanê têdikoşe. Di heman demê de li Turkiyeyê ji têdikoşe. Navê gelek komele, tevger û rêxistinan hatin gohertin lê bele navê têkoşîna jinan maye. Tevgera jinên Kurd li dijî polîtîkayên şerê taybet ên vê serdemê li ber xwe dide. Di vê pêvajoyê de dijminahiya hikumetê ya li diji jinan ne weke her carê ye.

‘Bi AKP’ê re tundî zêde bû’

 Hacer Ozdemîr diyar kir ku bi hikûmeta AKP’ê re dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rabikin û got: “Cihê ku herî zêde doza jinan û tundiyê lê zêde bûye û herî zêde zext lê hatin kirin Kurdistan bû. Sedemeke ku herî zêde şîdeta yekrengî bû, herî zêde zarok hatin qetilkirin, di cemaatan de an jî bi maşîneyên zirxî hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin. Bi qetilkirina Narîn Guran re asteke din a tiştên ku zarok dijîn derketin holê. Têkiliya Hizbulah, cemaat û dewletê derket holê. Ev li Kurdistanê hat jiyîn ji ber ku ev polîtîkayeke dewletê ye.

‘Em bi tundiya mêr- dewletê ya ji DAIŞ’ê xirabtir re rû bi rû ne’

Hacer Ozdemîr da zanîn ku tevgera jinên Kurd bi civakbûyina xwe xurtir bûye û wiha got: “Heger êrişeke wisa li ser tevgerên din hebûya niha navê wan nedihat gotin. Tevgera jinên Kurd ne tevgereke ji sê pênc kesan pêk tê. Civakî bûye û têkoşîna xwe ya hevpar berfireh kiriye. Pêwistî bi mezinkirina vê têkoşîna hevpar a tevgera Kurd û feminîstan heye. Tevgera jinên Kurd behsa guhertin û veguhertina sîstemê dike. Ger hûn vê pergalê biguherînin wê pergalên din li dijî wê derkevin. Em bi tundiya mêr- dewletê ya ji DAIŞ’ê xirabtir rû bi rû ne.”

Hacer Ozdemîr diyar kir ku  di 25’ê Mijdarê de xwe amade dikin bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” dakevin qadan diyar kir ku daxwaza sereke azadiya fizîkî ya mimarê vê felsefeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

‘Em ê daxwaza azadiyê bilind bikin’

Hacer Ozdemîr herî dawî got: “Li cîhanê li dijî tecrîdê  kampanyaya azadiyê tê meşandin. Ev kampanya li gelek welatên cîhanê tê qebûlkirin û mezin dibe. Ev kampanya bi pêşengiya jinan hat meşandin. Ji ber ku jin li derdora felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li ber xwe didin. Mîmarê vê felsefeyê di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê herî zêde jin li vê kampanyayê xwedi derketin. Ger em weke jin bibêjin  ‘Azadî’  û xwediyê vê felsefeyê di bin tecrîdê de be, ev azadî pêk nayê. Ev felsefe li cîhanê belav bûye, hewldanên der barê hepskirina vê felsefeyê de berdewam dikin.

Ji ber vê yekê 25’ê Mijdarê roja têkoşînê ye û di heman deme de roja ku jin li qadan dirûşm biqîrin e. Ji ber vê yekê me got; ‘Em ne di şînê de ne em di îsyanê de ne.’ Li hemû bajaran meş hatine plankirin. Ne tenê 25’ê Mijdarê, em ê tevahiya salê têkoşînê bidomînin. Daxwazên meyên azadiyê wê bilindtir û mezintir bibin.”