Li Rojhilat û Îranê serhildan didome

Serhildana ku ji 16’ê Îlonê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiriye, tevî bikaranîna hemû rêbazên çewisandina hovane yên ji aliyê rejîmê ve, bi daxwazên şoreşger ên jinan û gelan didome.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku di 16’ê Îlonê de li paytexta Îranê Tehranê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî destpê kiribûn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berdewam dike. 

Li gora ew nûçeyên ku şeva bûrî hatine belavkirin, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Kirminşan, Urmiye, Mihabat, Piranşar, Îlam, Sine, Diwandere, Şino, Saqiz, Kamaran, Qurde û bajarên din xwepêşandanên li qadan bûn û dirûşmên li dijî komara Îslamê berz dikirin. Her wiha rejîm kerabe û internetê qût kir.

Daxwaz li ser dîwaran tê nivîsandin

Nivîsina dirûşman li ser diwaran û beşdarbûna xwendevanên dibistanên seretayî li serhildanan nîşanek aşkere ya zilm û zordariya hikumeta Komara Îslamê ye.

Li bajarên Îranê yên weke Tahran, Esfehan, Hemedan, Kerec, Qezwîn, Sarî, Reşt, Tebrîz, Erdebil, Yezid, Zencan, Bender, Ebas, Ehwaz, Xuzistan, Kirman, Sîstan û Belucistan û bajarên din xwepêşandaran bi dirûşmên li dijî Komara Îslamê daketin qadan û hemwelatiyan li pencereyên binahiyên xwe piştgiriya serhildanan kirin.

Her wiha dirûşmên weke “Mirin ji bo Xamneyî”, “Mirin ji bo diktatoriyê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Mirin ji bo Komara Îslamê” xwepêşanderan bilind kirin û bangawaziya berdewam bûna xwepêşandanên ji bo rûxandina rejîma dîktatora Komara Îsalamê û bidestxistina azadiya Gelê Îranê hatin kirin.

Zanyariyên rast yên der barê daneyên kuştin û brîndaran de nehat bidestxistin.