‘Em ê her dem dengê bi hêvî yê jinên Başûr ragihînin’
Rojnamegerên ku di televîzyona Ronahî de dixebitin, biryara girtina saziyên Kurd li Herêma Federal a Kurdistanê rexne kirin û gotin: “Em ê tu carî dest ji lêgerîna heqîqetê û ragihandina deng û gotinên bi hêvî yên jinên Başûr bernedin.”
NUCAN ARAS
Hesekê – Li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, şirketa produksiyona Gizingî Berbeyan, Tevgera Azadiya Jinên Kurd (RJAK), Navenda Çanda Niwêger û saziya Merziye di 31’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê asayîşa Silêmaniyê bi ser wan ve hat girtin dûre hatin girtin. Bertekên li dijî girtina saziyên jinan berdewam dikin.
Rojnamegerên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên di televîzyona Ronahî de dixebitin, zextên Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê yên li ser destkeftiyên jinan şermezar kirin û gotin ku di kîjan şert û mercê de bila bibe ew ê dengê jinan bidin bihîstin.
'Ev êrîş li dijî reng têkoşîn û destkeftiyên jinan in’
Rojnameger Leyla Qasim bal kişand ku divê helwestên zelaltir li dijî polîtîkayên Herêma Federal a Kurdistanê û rêveberiya Iraqê werin nîşandan û axaftina xwe wiha domand:
"Vê helwesta Hikmeta Başûrê Kurdistanê, êrişeke mezin e li ser reng, rastî û destkeftiyên jinan ku bi saya têkoşînê çêbûne. Saziyên jinan ên ku reng û rastiya jinan baş nîşan didin, dengê civakê bi awayê herî baş didin bihîstin, bi xebatên xwe, şiyarî û zanînê çêdikin, her dem dibin hedef. Li Herêma Federal a Kurdistanê, li dijî jinan, zext, qetilkirin û saziyên ku rojnamegerên jin lê dixebitin, bi zanîn tên hedefgirtin û ev yek ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve bi destên hikumeta Herêma Federal, tên kirin.
Li vî welatî, ger bingehek ku îradeya jinan, têkoşîn û rêxistinbûna wan ava bike tunebe, nabe. Hêzên desthilatdar hewl didin pêşî li destkeftiyan bigrin û civakê ji bo xwe bikin kole. Gelê Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jinên Başûrê Kurdistanê divê li dijî van polîtîkayên qirêj ên ku veder dikin, sûc û êrişan dikin, bi têkoşîneke zanatir helwest nîşan bidin dest bi çalakiyan bikin. Bêdengiya li dijî êrişên bi vî rengî, li dijî dîrokê bê berpirsyarî ye û tê wateya meşrûkirinê. Bertek û şikandina bêdengiyê deynê ji bo mirovahiyê ye. Divê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê dest ji helwestên dijberkirina Kurdan berde, ji bo yekitiya neteweyî, bihevrebûn û destekê bixebite."
‘Mînaka herî xweş a yekitiya neteweyî di Şoreşa Rojava de hat dîtin’
Leyla Qasim, bal kişand ku bi hedefgirtina saziyên jinan, zirar gihîştiye xebatên ji bo yekitiya neteweyî û diyar kir ku rojeva sereke ya saziyên jinan yekitiya neteweyî ye. Leyla Qasim wiha domand: “Di rastiyê de ev êriş di şexsê jinan de helwesta dijberiya yekitiya neteweyî nîşan dide. Em çima ruhê Kurdan ê yekitiya neteweyî dikin mijara sereke ya xebatên jinan? Lewre Rêber Apo gotibû; 'Ruhê Kurdan ê yekitiya neteweyî dê bi pêşengiya jinan çêbibe.’ Me vê yekê di Şoreşa Rojava de dît û em bi xwe vê yekê jiyan. Jin bi Şoreşa Rojava re, li her derê, bi keda xwe, îradeya xwe, fikir û rengê xwe tevli xebatan bûn û şoreşê bi ruh û beden kirin. Zanîna yekitiya neteweyî ya Kurdan, peywir û berpirsyariya avakirina Kurdistana azad dê bi pêşengiya jinan pêk were. Divê Hikumeta Herêma Federal bi polîtîkayên derve ve girêdayî nemîne, berpirsyariya xwe bi cih bîne û bibe perçeyek vê şoreşê.”
‘Em ê xebatên xwe yên ji bo ragihandina rastiyê berdewam bikin’
Leyla Qasim bi bîr xist ku biryara zext û girtinê, di wexteke ku êrîşên mezin li ser destkeftiyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin de ketiye meriyetê û wiha got:
“Ev êrîş li li dijî dewlemendiyên çandî yên gelê Başûrê Kurdistanê ne. Li dijî nêrîn û nêzikahiya jinan a li vê dewlemendiyê ne. Di demeke ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin de, ev helwest nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoya ku em nêzî yekitiya neteweyî û xwedî gelek destkeftiyan in de; divê dest ji vê hewlest û biryarê berdin. Em jinên rojnameger ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê; li dijî êriş û sûcên ku dewleta Tirk û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê dikin, em ê bibin dengê rastiyê. Divê gelê Başûrê Kurdistanê û jin bibin yek û li dijî van êrişan helwesta xwe nîşan bidin.”
‘Şoreşa Rojava ji bo jinên Başûrê Kurdistanê bûye hêvî’
Rojnameger Nurhan Hisên jî bal kişand ku saziyên jinan bi zanîn hatine hedefgirtin û wiha got: “Şoreşa Rojava çawa ku ji bo hemû cîhanê bû îlham, ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û jinan jî bûye îlham. Destekeftî û rengê vê şoreşê, sîrayetî gelê Başûrê Kurdistanê jî kiriye. Ji bo ku êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin neyên bihîstin û guherîn û pêşketinên heyî neyên şopandin; zext zêde dibin. Rêveberiya ku ji destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ditirse bi zanîn êrîş dike û polîtîkayên çewisandinê dimeşîne.”
‘Polîtîkayên ku zirarê bidin statuya jinan tên meşandin’
Nurhan Hisên got ku zext û êrîşên li ser saziyên jinan ne nû ne û wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê endama Akademiya Jineolojiyê rojnameger Nagihan Akarsel, Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman rengî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Rêveberiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, hewl didin destkeftiyên jinan tune bikin û di her warê jiyanê de jinan bêdeng bikin. Jinên li Başûrê Kurdistanê bi xebatên ku dimeşînin bi îradeya xwe hewl didin dengê xwe bidin bihîstin."
Rojnameger Nurhan Hisen wiha bi dawî kir: “Li dijî zext û êrîşên li ser jinan, em ê tu carî dest ji ragihandina lêgerîna rastiyê û gotinên jinan ên bi hêvî bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.”