Li Rojava di 8’ê Mijdarê de kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan destpê dike

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava, bi daxuyaniyekê kampanyaya ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ragihand.

Qamişlo – 25’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e. Ev roj bîranîna têkoşîna jinan û bangeke ji bo rawestandina hemû cureyên tundiyê û parastina mafên wan e.

Di vê çarçoveyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava, bi daxuyaniyekê li Stadyuma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, kampanyaya ji bo Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ragihand.

Li ser navê Kongra Star daxuyanî bi Zimanê Kurdî ji aliyê Jiyan Hesên, bi zimanê erebî Mûna Yûsif û bi zimanê Suryanî Hala Mîrza ve hatin xwendin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Di 25’ê Mijdara her salê de, cîhan berpirsyariyên xwe yên mirovî, exlaqî û yasayî yên li hemberî mijara têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê ji nû ve bi bîr tîne û soza xwe ya parastina mafên jin û keçan, parastina rûmet û azadiya wan û xebatkirina ji bo avakirina civakên bê tundî, bê cudakarî û bê paşguhkirinê nû dike. Ev roj di bin siya berdewamiya gelek cureyên tundiyê de tê, ku jin li her devera cîhanê pê re rû bi rû dimînin, çi di demên aştiyê de be çi di demên şerande bê, di hundirê malbatê de an jî di civak û saziyan de. Ev yek piştrast dike ku tundiya li hemberî jinê ne tenê pirsgirêkek şexsî ye an civakî ye, lê belê pirsgirêkek mafî, siyasî û mirovî ye ku bingehê dadwerî, wekhevî û demokrasiyê dike armanc.

Cureyên tundiya li hember jinê   

Tundiya li hemberî jinê tenê bi êrîşa laşî, derûnî, devkî an zayendî sînordar nabe, her wiha şêweyên wê yên firehtir û kûrtir hene, ku di nav de tundiya aborî, bêparhiştina ji perwerde û kar, kontrolkirina azadî û hilbijartinên jinê, tengkirina beşdariya wê di jiyana giştî de, dûrxistina wê ji cihên berpirsyariyê û biryardanê, her wiha tundiya siyasî û sazî ku hebûn, îrade û rola wê di civakê de dike armanc. Her wiha cudakariya li ser bingeha cinsî, berdewamiya hişmendiya baviksalarî û bikaranîna adet û kevneşopiyan ji bo sînordarkirina azadiya jinan, hemû van faktorên ku bi awayekî rasterast an nerasterast dibin sedema ji nû ve hilberandina tûndiyê û kûrkirina wê, pêk tînin.

‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tenê bi dirûşm û çalakiyên demkî nabe’

Ji vê yekê destpêkirin, ku têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê tenê bi dirûşme û çalakiyên demkî nayê pêkanîn, her wiha guhertineke bingehîn di avahiyên yasayî, civakî, siyasî û çandî de pêwîst dike, yên ku rê didin berdewamiya tundî û cudakariyê. Her wiha ev yek îradeyeke rastîn ji bo nasîna jinê wekî mirovek tam ku xwedî mafên wekhev e û wekî hevparê bingehîn di avakirina civakê û diyarkirina pêşeroja wê de pêwîst dike. Bi vê boneyê, em balê dikşînin ser rewşa jina Sûriyeyê, ya ku ji ber salên dirêj ên şer, pevçûn û perçebûna civakî û siyasî, bihayên gelek giran daye û di encama wan de koçberî, derxistin, windakirina ewlehî û aramiyê û gelek binpêkirinên ku jin û keç pê re rû bi rû bûne, derketine holê.

‘Jina Sûriyeyê di salên krîzê de barên zêdetir giran hilgirt’

Jina Sûriyeyê di salên krîzê de barên zêdetir giran hilgirt. Ew di heman demê de bû qurbana tundî, koçberî, xizanî û windakirinê û di heman demê de di qadên xebata mirovî, civakî û siyasî de amade bû. Wê di parastina civakan, birêvebirina karûbarên jiyanê, parastina têkiliya civakî û rûbirûbûna şert û mercên dijwar û tevlihev de beşdarî kir. Lê tevî vê yekê, jin hîn jî di gihîştina dadweriyê, parastina yasayî, derfetên aborî, perwerdehiyê û xizmetên bingehîn de bi gelek astengiyan re rû bi rû ne, ji bilî berdewamiya hin şêweyên cudakarî, paşguhkirin û dûrxistinê.

‘Hebûna wê di gelek pêvajoyên siyasî de hîn jî sînordar e’

Em dibînin ku yek ji wan şêweyên herî girîng ên tundiyê ku jina Sûrî, îro pê re rû bi rû dimîne, dûrxistina wê ya berdewam ji wan qadên ku biryarên têkildarî pêşeroja welêt tê de tên danîn, kêmhebûna hebûna wê di saziyên siyasî, yasadanîn û îdarî de û paşveçûna beşdariya wê di pêvajoyên danûstandinan û amadekirina siyasetên giştî de ye. Li şûna ku jin di avakirina Sûriyeya nû de bibe hevpareke bingehîn, em dibînin ku hebûna wê di gelek pêvajoyên siyasî de hîn jî sînordar e û temsîla wê di hin saziyan de nagihîje asta rola wê, fedakariyên wê û cihê wê di civakê de.

‘Divê mijara jinên Sûrî beşek girîng a her projeyek neteweyî’

Marjînalîzekirin û dûrxistina jinan ji cihên biryarê ne tenê prensîba wekheviyê binpê dike, di heman demê de astengiya avakirina dewletek piralî û demokratîk a li ser bingeha beşdarbûn, edalet û rêzgirtina mafên mirovan jî dike. Demokrasiyek ku jinan ji biryardanê dûr dixe an jî tenê nûnertiya sembolîk pêşkêşî wan dike, nikare wekî demokrasiyeke temam were hesibandin û her projeyek siyasî ku jinan wekî hevkarên wekhev nas neke, dê nikaribe edaleta civakî û siyasî bi dest bixe. Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku divê mijara jinên Sûrî beşek girîng a her projeyek neteweyî ji bo avakirina Sûriya nû be, ne mijarek duyemîn an dosyayek civakî be ku di qonaxên paşîn de were paşxistin an çareserkirin.

‘Ev pêvajo dikare bibe sedema paşveçûna destkeftiyên jinê’

Derbarê pêvajoya entegrasyonê ya di navbera saziyên Rojava û saziyên dewleta Sûriyê de, em vê pêvajoyê wekî rêyekê dişopînin ku bi pêşeroja saziyan, civakan û mafên hemwelatiyên jin û mêr ve girêdayî ye. Em piştrast dikin ku ev pêvajo divê li ser bingehên demokrasiyê, dadweriyê, wekheviyê û hevpariya rastîn were avakirin û divê beşdariya hemû pêkhateyên civakê, bi taybetî jinan, di xêzkirina pêşeroja welêt de mîsoger bike. Em hişyar dikin ku pêvajoya entegrasyonê neyê guhertin ji bo rêyekî îdarî an sazî ku tenê di dabeşkirina nû ya post û desthilatdariyan de bê kurtkirin, bêyî ku pirsgirêkên bingehîn ên maf, wekhevî û temsîliyeta demokratîk çareser bike.

Ev destkeftî ne diyariyên kesekî an mafên taybet ên demkî bûn

Her wiha em hişyar dikin ku ev pêvajo, di rewşa tunebûna garantiyên yasayî û siyasî yên zelal de, dikare bibe sedema paşveçûna destkeftiyên jinê û lawazbûna hebûna wê di saziyan de û ji nû ve hilberandina şêweyên paşguhkirin û derxistinê yên ku jin di qonaxên borî de jiyane. Jin li Rojava, bi saya têkoşîn û beşdariya xwe ya çalak, di warên rêxistinkirina siyasî û civakî, rêveberiyê, xebata civakî, beşdariya di saziyan de, pergala hevserokatiyê, temsîla jinan û rûbirûbûna tundî û cudakariyê de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Ev destkeftî ne diyariyên kesekî an mafên taybet ên demkî bûn, her wiha encama têkoşîneke dirêj û fedakariyên mezin bûn û îradeya jinan a ku bibin xwediyên biryarê û di birêvebirina karûbarên civakê de beşdar bin, nîşan didin.

‘Dûrxistina jinan a ji navendên biryardanê cureyek tundiya siyasî ye’

Ji ber vê yekê, parastin û pêşxistina van destkeftiyan di çarçoveya her pêvajoya entegrê de an ji nû ve avakirina saziyên Sûriyê de, pêdiviyeke mafî û demokratîk e, ne daxwazeke komî an taybet a jinan e. Her wiha mîsogerkirina beşdariya jinê di saziyên nû de divê tenê bi tayînkirina hejmareke jinan di hin cihên diyarkirî de sînordar nebe. Her wiha divê hebûneke rastîn û bibandor di hemû astên biryardana siyasî, îdarî, yasayî, ewlehî û aborî de hebe. Em tekez dikin ku dûrxistina jinan ji navendên biryardanê, an jî marjînalîzekirina rola wan di komîte û saziyên ku bi entegrasyonê ve mijûl in, cureyek ji tundiya siyasî û sazûmanî ye û prensîbên beşdarbûn û wekheviyê yên ku divê Sûriyaya pêşerojê li ser wan ava bibe, têk dibe. Di heman demê de  em tekez dikin ku her pêvajoyek entegrasyonê ku temsîliyeta jinan a wekhev garantî neke, mekanîzmayên yasayî ji bo parastina maf û destkeftiyên jinan peyda neke û rola tevger û rêxistinên jinan di diyalog û biryardanê de nas neke, pêvajoyek e ku yek ji hêmanên herî girîng ên edalet û rewatiya civakî tê de tune ye.

Em bawer dikin ku aştiya rastîn ne tenê bi rawestandina şer an jî ji nû ve organîzekirina saziyan pêk tê. Lê dema ku hemû endamên civakê, jin û mêr, hîs bikin ku ew di maf, rûmet û derfetan de wekhev in û dema ku jin di çêkirina aştiyê, di nivîsandina destûrê de, di avakirina saziyan û di destnîşankirina polîtîkayên ku pêşeroja welêt şekil didin de amade bin.
Ji vê perspektîfê ve, em di Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava de, piştrast dikin ku têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê bi têkoşîna li dijî hemû şêweyên cudakarî û derxistinê re têkiliyekî xurt heye. Her wiha bi parastina mafê jinan ê beşdariya siyasî, civakî û aborî û mîsogerkirina serxwebûn, rûmet û azadiya wan di biryardanê de girêdayî ye.

Daxwazên Platforma Çalakiyên Hevbeş

Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya mafî û neteweyî, em van daxwazan dikin:

• Mîsogerkirina mafên destûrî yên jina Sûriyê: Wekheviya tam di navbera jin û mêr de were mîsogerkirin, cudakarî li ser bingeha zayend, netewe, ol an girêdana civakî were redkirin û ev maf di destûr û  yasayên netewî de bên mîsogerkirin.

• Mîsogerkirina beşdariya wekhev a jinan di  cihê biryardanê de: Pejirandina mekanîzmayên zelal ên ku beşdariya jinan di saziyên yasayî, rêveberî, îdarî û dadwerî de û di hemû astên serkirdayetî û berpirsiyariyê de mîsoger dikin, dûrî temsîliyeta şeklî an sembolîk.

• Têkoşîna li dijî tundiya siyasî û sazî ya li hemberî jinê: Bidawîanîna polîtîkayên derxistin û paşguhkirinê, rûbirûbûna xîtabên ku rola jinê kêm dibînin an hewl didin wê vegerînin rolên kevneşopî û mîsogerkirina azadiya jinan di rêxistinkirin, derbirîn û beşdariya siyasî de.

• Derxistina yasayên bi bandor ji bo parastina jinan li hemberî tundiyê: Pêşxistina yasa û mekanîzmayên parastin û hesabpirsînê yên ku li hemberî tundiya malbatî, civakî, aborî û zayendî radiwestin û gihîştina jinan a dadwerî û parastinê bê cudakarî mîsoger dikin.

• Xurtkirina rola tevger û rêxistinên jinan:Nasîna tevger û rêxistinên jinan wekî hevparekî bingehîn di amadekirina siyasetên têkildarî mafên jinan de û beşdarkirina wan di diyaloga neteweyî, pêvajoyên avakirina aştiyê û dadweriya derbasbûnê de.

• Mîsogerkirina dadweriya civakî û derbasbûnê ji zayendperestiyê: Nasîna binpêkirinên ku jin di salên şer de pê re rû bi rû bûne, mîsogerkirina beşdariya wan di mekanîzmayên eşkerekirina rastiyê, hesabpirsîn û telafîkirina zirarê de û nebîra serpêhatiyên jinan di tu pêvajoya dadweriya derbasbûnê de neyê kirin.

• Pêşxistina mekanîzmayên çavdêrî û berpirsyariyê: Avakirina mekanîzmayên serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên têkildarî mafên jinan, şopandina asta pêkanîna peywirên yasayî û siyasî û mîsogerkirina hesabpirsînê ji her paşveçûnekê di maf û destkeftiyên jinan de.

Em di Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê de, soza xwe ya domandina têkoşînê ji bo azadî, rûmet û mafên jinê û têkoşîna li dijî hemû şêweyên tundî, cudakarî û derxistinê yên ku jin di malbat, civak û saziyan de dikin armanc, nû dikin.

Em piştrast dikin ku tundiya li hemberî jinê tenê bi êrîşkirina laşê wê dest pê nake, di heman demê de dest pê dike dema ku dengê wê tê desteserkirin, îradeya wê tê paşguhkirin, ji mafê xwe yê beşdariyê bêpar tê hiştin, ji cihên berpirsyariyê tê dûrxistin û biryar li ser pêşeroja wê tên girtin bêyî ku ew di wan biryaran de hevpar be.

Her pêvajoyeke avakirina Sûriyeya nû divê li ser bingeha naskirina mafên jinê û beşdariya wê ya wekhev û parastin û pêşxistina destkeftiyên jinan were avakirin, ne li ser kêmkirin an dorpêçkirina wan. Ji ber vê yekê, em destpêkirina kampanyayeke li dijî tundiya li hemberî jinê bi dirûşma:

"Ji bo rawestandina tundiya li hemberî jinê bibin yek, jin jiyan azadî"

Dibêjin ku kampanya ji 8’ê Mijdarê dest pê dike û heta 25ê  heman mehê berdewam dike.

Û di pilansaziya wê de wê gelak çalakî û bername weke (semîner, panel, forum, pêşengeh û meş hebin).

Ji tûndiya li hemberî jinê re na.

Ji bo bidawîkirina tundiyê û pêkanîna azadî û wekheviyê bighên hev.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava