Li Rojava coşa Newrozê

Îro li Kobanê, Dêrîk, Girkê Legê û Çilaxa agirê Newrozê bi coşekê mezin hate dadan.

Navenda Nûçeyan – Newroza îsal ji hemû demê cûdatir tê pîroz kirin. Di Newroza îsal de rihê hevgirtin û yekitiya gelê Kurd mohra xwe pîrozbahiyên Newrozê dane. Lewra seranserê Rojavayê Kurdistanê Newroza îsal bi dirûşmeya ‘Em ê Newrozê bikin cejna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan’ tê pîroz kirin.

Her çiqasî ji ber şert û mercên hewayê pîrozkirina cejna Newrozê li hen bajaran hatibe teloqkirin jî lê bajarên ku îro Newroz lê tê pîroz kirin di danê siharê de gel berbi qada Newrozê ve herikîn. Îro li Rojavayê Kurdistanê Dêrîk, Kobanê, Gigkê Legê, Efrîn ê Newroz tê pîroz kirin.  

Li Dêrikê jî pîrozbahî li Qada Şehîd Çîçek bi awayekê coş tê pîroz kirin. Girkê Legê, Çilaxa û herêma Aliyan pîrozbahiya Newrozê li gundê Hilêqî yê Girkê Legê pîroz dikin. Gelê Kobanê jî Newrozê li Qada Miştenûr pîroz dikin. Ruxmê ku rewşa hewayê ne başbe jî lê gel qada Newrozê na terikînin.