Li Rimêlanê şahiya salvegera avabûna Kongra Star

Bi boneya salvegera 17’emîn a Rêxistina Kongreya Star, li bajaroka Rimelan ya girêdayî Kantona Qamişlo şahiyek mezin hate li dar xistin.

 
Qamişlo- Yekitiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de xwe bi rêxistin kir û bû rêxistina jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Yekitiya Star ji bo ku xwe berfireh bike û bibe dengê jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25'ê Sibata 2016'an de di 6'emîn kongreyê de xwe vediguherîne Kongreya Star. Bi boneya damezrandina 17’emîn a salvegera Kongreya Star, li bajaroka Rimelan a girêdayî Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyek girseyî hate li dar xistin. Her wiha hemû endam û Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Cizîrê û gelek mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî pîrozbahiyê bûn.
“Kongreya Star gavên mezin avêt”
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser nave Rêxistina Kongreya Star, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed salvegera damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Îro salvegera 17’emîn a damezradina Kongreya Star e, em vê rojê li tevahî jinan pîroz dikin. Jin bi rêxistinbûna Kongreya Star re bûn mînak ji bo tevahî jinên cîhanê. Li dijî hemû rengên tundî, dagirkerî û qetîlkirina jinan tekoşîn kiriye, jin dev ji rêxistinbûna xwe berneda û ji bo ku hebûna xwe biparêze her bû mînak. Kongreya Star bi vîn û israra xwe ji bo asta têkoşînê mezin bike gavên pîroz avêt. Em dikarin bêjin ku Kongreya Star di dirêjahiya 17’e salan de rolên pir mezin lêyist. Her wiha ji bo avakirina civakeke demokratîk û azadiya jinan rolên girîng lêyist.”
“Israra me ya azadiyê wê her dom bike”
Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Hiseyîn damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em di serî de vê rojê li tevahî şehîdên ku di  oxira azadiyê de cane xwe feda kirine pîroz dikin. Her wiha em mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Îro hemû jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fedekarî kar û xebat
dimeşînin beşdarî pîrozbahiyê bûne. Her wiha em destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi destê jinan hatiye bi dest xistin, em li wan pîroz dikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû kar û xebatan de bûn pêşeng û xwedî rolek pîroz li tevahî komîn û rêveberiyê de xebat girtin  ser milên xwe. Em îro bi dildariyek mezin kar û xebatên xwe ji bo hebûna tevahî jinan dimeşînin û em dibêjin israra me ya azadiyê wê herdem dom bike. Armanca me ewe ku em azadiya tevahî jinan û Rêber Apo misgoger bikin.”
Piştî axaftinan sînevîzyonek di derbarê kar û xebatên Kongreya Star de hate pêşandan. Her wiha peyamên ku ji bo pîrozbahî hatibûn şandin, hatin xwendin. Di heman demê de koma Dêrîk û Rimelan, dêngbêj Sumeye û Mûna hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.