Li rewşa ku Afganistan tê de dijî diyardeya koçberbûn û penaberiyê
Afganî gelek caran penaber bûne û niha jî ev rewş zêde bûye, gelek penaberên Afganî di kampên welatan din de nîştecih bûne.

BEHRAN LEHÎB
Kabûl - Koçberî di nava qeyran û aloziyan de, bi destpêkirina şer û tundîtujiyê li Afganistanê bi awayek berbiçav zêde bûye. Daneyên rêxistinên navdewletî yên koçber û penaberan weke Komisyona Bilind ya Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCER) diyar dike ku piraniya penaberên cîhanê hemwelatiyên Afganistanê ne. Faktorên cûda yên weke şer, bombardûman dû hêzên serdest yên cîhanê weke Rusya û Amerîka, serkeftina siyasî û girtina hêjmarek zêde ya neyarên siyasî ji aliyê rejîma wan ve, tundîtujî, jenosîda netewî û olî, hejarî, bêkarî, nebûna pêdawîstiyên civakê bi taybet dibîstan û zanîngeh ji bo zarok û ciwanan, parçekirina jinkujî koma bi navê Îslamê li Afganistanê wisa kiriye ku gelê Avganistanê ji bo rizgarkirina jiyana xwe ji welat derbikevin û koçber bibin.
Ji Gulana sala 1978’an ve xelkê Afganistanê neçar dibînin welatê xwe bi cih bihêlin û koçî Îran û Pakistanê bikin û hinekan jî berê xwe dane welatên Rojava. Li piraniya herêmên Afganistanê di wê serdemê de tenê xelkê gundekê bi temamî neçar ma ku hemû bi hevre gundê xwe bi cih bihêle, ji ber gundê wan piştgiriya berxwedana dijî Rusya dikir ji aliyê balafirên Rusya ve hate bombaran kirin.
Balkêşe di salên destpêkê de bi zorê hêjmarek berbiçav ya rewşenbîr û neraziyên Afganistanê malên xwe bi cih hêlan, ji ber rejîma Sovyet- Rusya û niha hemû girtiyên wan aqubeta wan ne diyare diruşma wan ewbû di gotin yan li gel me yan jî li gel dijminê me!
“Gelek caran gelê Afganistanê koçber bûne”
Bi roxandina hikumeta Sovyetê re, di 2’ê Gulana sala 1992’an desthilat kete destê Cîhadiyan û şerek navxweyî yên desthilatê rû da. Vê carê koçberbûn li bajarê mezin bi taybet ji Kabûla paytexta Afganistanê berbi Pakistan û Îranê ve ketin rê. Piştî hatina Talîban di sala 1996’an de şer li Bakûrê Afganistanê derket, Talîban gelek komkojî li vê herêmê kirin û xelk neçar man mal û xaka xwe bi cih bihêlin. Ji ber wê piraniya rûniştvanan hejar bûn, Talîban agir bi mal û baxçeyên hemwelatiyan xistin û cihên wan wêran kirin.
“Çûyîna Amerîka rewşa Afganistina baş nekir”
Piştî dagirkirina Afganistanê ji aliyê Amerîka ve, hikumeta diktator gelek piropaganda kirin da ku gelê Afganistanê vegerin. Lê belê em îro dibînin piştî 20 salan koçber bûna Afganistanê kêm nebûye. Amerîka di sala 2014’an de hêjmara leşkerên xwe li Afganistanê kêm kir û dest bi danûstandinên aştiyane di nava Talîban de kirin, roj pey rojê rewşa ewlehiyê berbû xirabûnê ve çû. Piştre di meha Tebaxa 2021’an de Talîban Afganistan qontrol kir, her di vê demê de hikumeta Amerîka li gel şirikên xwe bi rêya balefirxaneya Kabûlê dest bi rakirina xelkê kir. Qonaxa valekirinê ji 15’ê Tebaxê destpê kir heta 1’ê Îlonê berdewam kir. Hêjmarek zêde li gel hêzên biyanî û rêxistinên xêrxwazan Afganistan û welatên xwe bi cih hêlan, heta niha ji li qampên Ebûzebî û Qeter û Elbanya gelek welatên din di rewşek bê çaredene û Amerîka tenê di van qampan de dahata jiyana wan dabîn dikin.
Ji derveyî wê rojane metirsî li ser jiyana bi sedan kesî heye û bi berçav li ser sînorên Îran û Pakistanê bi qaçaxî diçin û koçberiyê di hilbijirên. Bi taybet polîsê Îranê li beramberî koçberên Afganistinê nêzikatiyên dij mirovane raber dikin.
Di dema şerê navxweyî yê di navbera salên 1992-1996’an de gelek malbat ji tirsê destdirêjiya li beramberî jin û jinên ciwan ji aliyê komên çekdarên cîhatî li Afganistanê ber bi Pakistan û Îranê ve koçber bûn.
Di destpêka desthilata Talîbanê de, keç û jinên ciwan bi tu awayî rê nayê dayina wan biçin dibîstanê, bav û dayîk neçar dimînin biçin Pakistanê da ku zarokên xwe yên keç bidin xwendin. Niha jî gelek dayîk û bav welatên xwe bi ccih hêlane, yek ji sedemên wê jî nebûna dibîstan û pêdawistiyên perwerdeya jinên ciwane.