Li Reqayê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo piştgiriya jinan pêngavek da destpêkirin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemleya wan a ji bo piştgiriya jinan di 1'ê wê Hezîranê de dest pê bike.

Reqa - Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemleya wan a ji bo piştgiriya jinan di wê 1'ê Hezîranê de dest pê bike. Daxuyaniyê eşkere kir ku ji bo hişyarkirina mafên jinan û ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî û rewşenbîrî de wê gelek cîvîn bên lidarxistin, gelek semîner bên dayîn û gelek meş bên organîzekirin.  

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya Kecwan diyar kir ku armanca destpêkirina hemleyê di vê demê de ji ber zêdekirina êrîşên dagirkeriya tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina jinan e û wiha got: "Me hemle ji bo perwerdekirina civakê li ser diyardeya qetilkirina jinan û îstîsmara wan bi şerê taybet ku li herêmê tê meşandin da destpêkirin. Hemle wê meh û nîvekê berdewam bike û di çarçoveya xebatên vê hemleyê de wê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dewreyên hişyarkirinê û civînên jinan bên lidarxistin. Ev hemle ji bo hemû jinan pir girîng e."