Ebru Gunay: Têkoşîna li dijî tecrîdê peywireke civakî ye

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay a ji bo meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîda dê di 12'ê Hezîranê de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir, wiha got: “ Têkoşîna li dijî tecrîdê peywireke civakî ye û reçeteya rizgariya demokratîk e.”

Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ku  li Navenda Giştî ya Partiyê de lidarxist rojevê nirxand. Ebru Gunay destpêkê bal kişand li ser Meşa Gemlîkê ya bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û MED TUHAD-FED’ê dê di 12’ê hezîranê de i bo balê bikişîne ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê lidarxistin.

Çend sernavên axaftina Ebru Gunay wiha ne:

“Tirkiye di hêla civakî, siyasî, îktîsadî û çandî de krîzeke giran dijî. Sedema vê rewşa pirkrîzî ya herî mezin, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Desthilatdarî vê rewşa neçareserkirinê ji bo teslîmgirtin, fetisandina civakê û têkbirina aştî û aramiyê bi kar tîne. Asta herî dawî ya aqilê desthilatdariyê xwe gihandiyê jî polîtîkaya tecrîda girankirî ye. Her ku tecrîda li Îmraliyê tê girankirin, şer û zext zêdetir dibin. Dema bi Îmraliyê re hevdîtin tên kirin jî çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêş dikeve û rewşa civakî diguhere. Ev ne tespîtek lê heqîqet e.” 

“Nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo aştiyê gavekî girîng e

Tu carî pêşniyareke li dijî civak û gelan ji Îmraliyê derneketiye. Ji bo pêşerojê pêşbîniyeke neyînî derneket. Her tim pêşniyarên ji bo rêveberiyeke demokratîk hatin kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan, veguheriye rewşeke ku qet agahî jê nayên girtin. Polîtîkaya tecrîdê li her qadê bervelav kirin û êdî civak tê tecrîdkirin. Li ser bingeha vê rastiyê em dibêjin ku têkoşîna li dijî tecrîdê peywireke civakî ye û neşxerêya rizgariya demokratîk e. Heke hûn bixwazin dawî li krîzên welêt bînin, heke hûn bixwazin xefikên bi dagirkeriya derveyî sînor û şer tên danîn bibînin, ji ewil divê hûn berê xwe bidin vê derê. Lewma nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo aştiyê gavekî girîng e. Berfirehkirina îtîrazên siyasî û hiqûqî yên li dijî tecrîdê, di têkoşîna demokrasiyê de gavekî girîng e.” 

“Di Konferansê de nirxandinên girîng hatin kirin

Konferansa li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê” ku bi pêşengtiya ÎHD, OHD û TOHAV’ê hatibû lidarxistin de, têkildarî tecrîdê nirxandinên girîng hatin kirin. Beşdarên ji Efrîqeya Başûr û Îrlandayê jî tev li konferansê bûbûn. Di şexsê tecrîdê de rewşa welêt baş vegotibûn. Weke ku di vê konferansê de jî hatiye gotin, xwegihandina girtîgehan nabe mijara bazarê.

Ji bo meşa Gemlîkê banga tevlîbûne

Divê rejîma înfazkirina cezayên muebbeta giran a ragirtina kesekî heta mirinê di girtîgehê de, li gorî biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bê guherandin û bidawîkirin. Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û pergala tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo ku nerazîbûna xwe ya li dijî polîtîkayên tecrîdê nîşan bidin, em ê di 12’ê hezîranê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Banga me li gelê me û raya giştî ya demokratîk ew e ku beşdarî vê meşê bibin.” 

“Pêşeroja gelên Sûriye û Iraqê tê tehdît kirin”

Roja ku desthilatdariya AKP’ê rejîma yekzilamî li gelên Tirkiyeyê ferz kirî heta niha polîtîkaya şer li ser gel ferz dike. Li şûna ku hesabê nelirêtî, derhiqûqî û krîza aborî bidin, bi rûxandina pêşeroja gelên Tirkiyeyê re mijûl in. Operasyonên leşkerî yên Erdogan ên li dijî Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên îlhaqkirinê, ne tenê ji bo gelên li wan herêman dijîn lê ji bo gelên Sûriye û Iraqê jî gef e. 

Doza Kobanê  

Doza Kobanê ku êdî veguheriye doza îftîra û tolhildanê, ev saleke didome. Ev doz têk çû, ev kompas riziya lê şandeyên dadgehê ku mîna nûnerên desthilatdariyê tevdigerin rewş êdî ji tehmê derxistin. Bi aşkerayî di nava kompasê de kompaseke din çêdikin. Niha jî dema parastinê yê hevalên me bi rojekê bisînor kirin. Li pêş çavên hemû cîhanê bi vekirî mafê parastinê yê hevalên me binpê dikin.

“Derdê wan ne darizandineke adilane ye”

Piştî ku nekarîn xefik û hîleyên xwe bi şahidan bidin erêkirin, gefê li şahidan dixwin. Vê jî bes nabînin ku mîkrofana parêzeran tê girtin. Derdê şandeyê ne darizandineke adilane lê pêkanîna fermanên desthilatdariyê ne. Hevalên me her roj belge dikin ku ev doz, doza parastina DAIŞ’ê ye. 

Tevî hemû êrişan me jî konferansên xwe pêkanî

Tevî hemû êrişan jî kongre û konferansên me bi bibiryariyeke mezin berdewam in. Me di meha gulanê de konferansa xwe ya herêmê li dar xist. Di 21-22’yê gulanê de jî Konferansa Jinan li dar xist. Em ê 4’emîn Konferansa Mezin jî bi dirûşma ‘Berxwedana Mezin Meşa Mezin’ li Enqereyê li dar bixin.

Ji bo kongreya 3’ê tîrmehê

Di konferansa me ya herêmê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê pêşniyarên girîng hatin kirin. Dê di Konferansa Mezin de jî ev pêşniyar bibin bibiryar. Dê kongreya me ya mezin jî di 3’ê tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê bi tevlibûna dehhezaran bê lidarxistin. Komîsyona Mitebeqetê dest bi xebatên kongreyê kirin. Yên ku dixwazin di rêveberiya partiya me de cih bigirin, dikarin heta 10’ê hezîranê ji bo endamtiya Partiya Meclisê serlêdanan bikin.”