Li Reqayê Konferansa Sosyolojiya Azadiyê hat lidarxistin

Li bajarê Reqayê Konferansa Sosyolojiya Azadiyê ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve bi dirûşmeya “Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min di jiyanê de ye” hat lidarxistin, bi nîqaşan berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dirûşma "Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min di jiyanê de ye" li bajarê Reqayê hat lidarxistin. Konferansa ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin bi beşdariya 250 kesan li hola Mişwar a li bajarê Reqayê dest pê kir berdewam dike.

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Idlibê Xedra, Yekitiya Jinên Ciwan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk jî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li ser du mijarên sereke yên weke; "Bi sosyolojiya Azadiyê em dozên civakî nîqaş dikin" û  "Azadî li paş dîwarên girtîgehê" hatin nîqaşkirin. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê dê were eşkerekirin.

Şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya Asînat Elî axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Asînat Elî destnîşan kir ku kombûnê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de vê konferansê li dar dixin.

‘Şoreş berhema têkoşîna jinan a di dîrokê de ye’

Asînat Elî bal kişand ser şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku şoreş berhema têkoşîna jinan a di dîrokê de ye û wiha got: “Gelek zehmetî li pêşiya jinan derketine û hê jî derdikevin lê jinan bi vîna xwe û amadebûna di vê konferansê de îsbat kirin ku dikarin li hemberî kesên ku rola wan sînordar dike, bisekinin. Me bi Sosyolojiya Azadiyê dest pê kir. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan sala 2009`an di şert û mercên herî zehmet de û di girtîgehê de dest bi nivîsandina sosyolojiya azadiyê kir."

Konferans bi nirxandina beşa yekemîn bi sernavê "Bi sosyolojiya Azadiyê em dozên civakî nîqaş dikin" berdewam dike.

Beşa yekemîn a konferansê ya bi sernavê "Bi Sosyolojiya Azadiyê em pirsgirêkên civakê nîqaş dikin" ji aliyê endama Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêvî Elî ve hat birêvebirin.

Hêvî Elî fikrên Abdullah Ocalan weke deryayeke kûr bi nav kir û got: "Di vê deryayê de bersivên zelal ji hemû pirsan re hene. Rêber Abdullah Ocalan girîngî da civakê, pirsgirêkên wê analîz kir. Rêber Abdullah Ocalan ji bo nirxandinên xwe yên di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de mîrata şaristaniya demokratîk esas digre. Bêyî vê zemînê ne mumkin e dîroka mirovahiyê bi taybetî pirsgirêkên civakî werin naskirin.

Hêvî Elî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê girîngiya sosyolojiya azadiyê de ji bo ferd û civakê ku dibêje; “Erka sosyolojiyê avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e. Bêyî sosyolojiyê em weteya rasteqîn a jiyanê nas nakin” bi bîr xist.

‘Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em çalakiyên xwe zêde bikin’

Beşdaran li ser mijara yekemîn nêrînên xwe anîn ziman. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedaran Meryem Îbrahîm bal kişand ser tecrîda mutleq a ku desthilatdariya Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne û got: “Tecrîd peyamek ji bo gelên ku azadiya xwe di şexs, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were divê çalakî berdewam bikin û zext li aliyên têkildar werin zêdekirin.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê jî diyar kir ku perwerde û fêrkirin beşeke sereke ya avakirina mirovan e û got: "Em hewl didin bi riya pêkanîna tezên Rêber Abdullah Ocalan di qada perwerdeyê de vê qadê bi pêş bixin û nifşeke ku bi azadiya xwe û ya jinan bawer be, ava bikin."

‘Em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re bin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahî pirsgirêkên civakî û siyasî bi kûrahî analîz kiriye û wiha domand: “Rêbertî gelek plan û siyasetên pergalên kapîtalîst û desthilatdaran keşif kir. Lewre dewletên kapîtalîst komplo li dijî wî pêk anîn da ku wî ji gel dûr bixin. Lê em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re bin û dê armancên hêzên kapîtalîst pêk neyên."

Berdevka Komîtya Jinan a Meclisa Idlibê El Xedra Meysûn Elî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên civakê lêkolîn kiriye û got: “Dizanibû ku pêwîstiya her pirsgirêkeke civakî bi şîroveyên têrker heye da ku riyên çareseriyan ji wan re bên dîtin. Her wiha bi bîr xist ku azadiya jinan weke çareseriya tevahî pirsgirêkan e.”

Konferans bi mijara duyemîn berdewam dike.