Li Reqayê Konferansa duyem ya Yekîtiya Jinên Ciwan destpê kir
Konferansa duyem ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê bi dirûşma"Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê bi cenga azadiyê bi ser bikevin" li Reqayê dest pê kir.
RÎM MIHEMED
Reqa – Konferansa dûyemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê bi dirûşma "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê bi cenga azadiyê bi ser bikevin" li hola Stada Beledî ya bajarê Reqayê bi beşdarbûna 50 delegeyan destpê kir.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Reqayê, endamên Buroya Kombûna Jinan a Zenobia û endamên partiyên siyasî yên bajarê Reqayê, duyemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li herêmên rizgarkirî yên Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferansê de amade ne.
Di konfaransê de gelek axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser girîngiya lidarxistina konfaransa Yekitiya Jinên Ciwan di vê qonaxa dijwar ya ku herêm tê de derbas dibe, komployên ku gelên herêmê bi taybet ku jin û ciwanan dikin hedef û komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî.
Endama Federasyona Werzîşê ya Jinan a Reqayê Amîne Cbara di konferansê de axivî û got: “Jin ji ber zextên civaka baviksalarî gelek êş kişandine, jinên ciwan rastî gelek zehmetî û binpêkirinên mîrateya civakê tên. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd berdewam dike. Li dijî ciwanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şerekî taybet tê meşandin, ji ber vê yekê li darxistina konferansek bi vî awayî di vê demê de gelekî girîng e.”
Konferans bi nîqaşan didome...