Li Reqayê komxebata rola jinan di nava eşîrên Ereban de
Yekem koxebata jinên Eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhelatê Sûriyê li bajarê Reqayê hate li dar xistin.

Reqa- Meclîsa Jinên Sûriyê li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekem koxebata jinên Eşîrên Ereb bi beşdariya jinên bajarê Reqayê li dar xistin. Endama Koordînasiyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Bereka ji ajansa me re der barê rola jinan di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de nirxand.
“Li ser mijara rastiya jinan di nava herêmê de nîqaş hatin kirin”
Lîna Bereka balkişand ser azarên ku jinên herêmê di wê demê de dîtne û wiha lê zêde kir: "Di bin sîwana Meclîsa Jinên Sûriyê de yekemîn komxebata Jinên Eşîrên Ereban hate li darxistin û hejmareke ji Jinên Eşîran hatin vexwendin ku bi wan re li ser mijarê rastiya jinan a li vê herêmê gotûbêj bikin. Ji bo wan çareserî hatin pêşniyarkirin û bal hat kişandina ser rola mezin a jinan d jiyana hevbeş de û xurtkirina çanda resen li herêmê.”
"Komxebat ji bo giringiya rola jinan di nava Eşîran de hate li darxistin"
Endama Meclisa Jinên Sûriyê Şems Sîbino jî got ku ew weke Meclisa Jinên Sûriyê ev demek e li ser vê komxebatê kar dikin û wiha got: "Em vê komxebatê weke destpêkek ji bo yek kirina jinên Eşîran û rola girîng a jinan di nava Eşîrê de dibînin. Ji ber gelek pirsgirêkên ku jinên eşîran pê re ru bi ru dimînin hene. Ji wan zewaca temenê biçuk, berdêlî , perîşanî, nedana mafê mîrasê û kuştina jinan bi navê namusê. Her wiha 25 jin ji Eşîrên cuda beşdarî komxebata jinên Reqayê bûn. Em hewl didin ku xwe bigihînin hejmara herî zêde ya jinên eşîrên Reqayê. Eşîrên Reqayê roleke wan bingehîn di nava herêmê de heye .