Li Reqayê ji bo parastina zarokan ji tundiyê semîner hat dayîn

Di semînera ku ji aliyê Komîteya Karûbarên Civakî ve bi dirûşma “parastina zarokan ji tundiya civakî” hat lidarxistin de, ji tundiya nava malbatê bigre heta pisgirêkên li kampan gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Reqa- Li Reqayê ji bo parastina zarokan ji tundiyê semînerek hat lidarxistin. Di semînera ku ji aliyê Saziya Parastina Zarokan a girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî ve hat lidarxistin de, bi taybetî parastina zarokan a ji tundiya di nava civakê de hat nîqaşkirin. Di semînera ku bi hevkariya Rêxistina Geşepêdanê ya Firatê hat lidarxistin de pisporên di vî warî de beşdar bûn.

Dr. Ebdulfetah Hemîdî bal kişand ser zewacên di bin temenên reşîd de belavbûna tundiyê. Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Mariya El Huseyîn destnîşan kir ku semîner tecrubeyek girîng û cihek nîqaşê ye.

Divê zarokên li kampa Holê dijîn bên dermankirin

Rêvebera Rêxistina Geşepêdanê ya Firatê Alaa Muhammed jî diyar kir ku wan ji bo zarokan çend projeyên parastinê pêk anîne û destnîşan kir ku divê pêdiviyên dermankirina fizîkî û derûnî yên zarokên ku li kampa Holê dijîn bên bicihanîn û da zanîn ku ev yek di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye. Ala Muhammed bi gotinên; "Me di projeyên xwe de serkeftinên mezin bi dest xistin" diyar kir ku piştî şer pêwîstî bi guhertineke piralî, veguhertin û dermankirinek civakî heye.