Li Ranya li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî hat li darxistin

Li navçeya Ranyayê li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û rejima Îranê yên li ser xaka Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku heta serketinê wê têkoşîna xwe bidomînin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Duh di saetên êvarê de li Baxê Giştî yê Ranyayê bi tevlîbûna gelek kesayetên lêkolînvan, çalakvanên civaka sivîl û azadîxwazan li dijî êrişên dewleta Tirka dagirker û rejima Îranê yên li ser xaka Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û Îran li ser xaka Başûr û Rojvayê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê mamosta Aso Kusarî ve hate xwendin de hat diyarkirin ku divê hikûmeta Iraq, hikûmeta Herêma Kurdistan, Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeyman li dijî êrişan helwestek cidî nîşandin.

 ‘Bêdengî xizmetê ji dijmin re dike’

Çalakvan Kurdistan Hogir erîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ serihlidane, daxwaza min ewe ku hin zêdetir piştgiriya vê dirûşmê were kirin heta ku serkeftinê bi dest bixin. Hêviya min ew hemû gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi yekitî û yek dengî têkoşînê bikin û divê bêdeng nebin û li beramberî dijmin bisekin. Niha jî ew êrîş dagirkeriya ku li ser me gelê Kurd ji ber wê yekê ye ku dijmin çav berdaye ser me û xaka me. Em  gelê Kurd ber bi serkeftinê ve diçin, ger em bêdeng û bê helwest bin wê demê em xizmetê ji dijmin re dikin.”