Li Qudusê 7 malbat bi xetereya bêmalbûnê re rûbirû ne

Hêzên Îsraîlê li Qudusê avahiyeke ku zêdetirî nîv sedsal berê hatibû avakirin hilweşandin û di encamê de 7 malbatên ku li avahiyê jiyan dikirin, bi xetereya bêmalbûnê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê, îro li nêzî Kampa Penaberan a Qalandiyayê ya li bakurê Qudusê, avahiyeke niştecihbûnê ya 50 salî û ji 7 apartmanan pêk dihat hilweşand.

Walîtiya Qudusê, di daxuyaniya xwe ya li ser rûpela xwe ya Facebookê parve kir de ragihand ku hêzên Îsraîlê avahiya niştecihbûnê ya 7 apartmanî ya li herêma El-Wadê û nêzî kaneke kevirî ya li kêleka Kampa Penaberan a Qalandiyayê, hilweşandin. Bi vê hilweşandinê re, 7 malbatên ku ji zêdetiê 35 kesan pêk tên, bi xetereya bêmalbûnê re rûbirû ne.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, îro serê sibê makîneyên giran ên hêzên Îsraîlê ketin herêmê û dest bi hilweşandina wê avahiya niştecihbûnê kirin. Her wiha kelûpelên malbatan, wesayît û depoyên avê jî hatin wêrankirin. Êş û azarên malbatên ku di demek kurt de him malên xwe û him jî bîranînên xwe winda kirin, hêj girantir bû.