Li Qendilê Newroza bi coş: Em di Fînalê dene

Bi hezaran kesan bejdarî pîrozbahiya Newrozê ya Qendilê bûn. Di pirozbahiyê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji Newroza Qendîlê re şand û got; ‘Em di fînalê dene’ û diyarkir ku divê peymana Lozanê were hilweşandin.

Qendîl – Bi dirûşma ‘Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin’ Bi hezaran kesan ji çar aliyên Kurdistanê hatine bejdarî Newroza 2023’an a Qendîlê ya bi coş bûn.

Li Qendilê şevê din agirê Newrozê hat pêxistin, gel îro di saetên siharê de qada Newrozê tejî kirin. Ji çar parçeyên Kurdîstanê bejdarbûn çêbû.

Gelê ku bere xwe dan qada Newrozê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’, KJK, PAJK,HPG, YJA Star, KCK li qadê hatin daliqandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê malbatên şehîdan ve destpê kir.

Destpêkê koma muzîkê ya Şehîd Seher derket ser dikê, di pîrozbahiyê de paymanên KCK, KJIK û Tevgera Azadiyê hatin xwendin.

‘Meşa me meşa azadiyê ye’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji Newroza Qendîlê re şand û got; ‘Em di fînalê dene’ û diyarkir ku divê di sedala peyaman Lozanê de, peymana Lozanê were hilweşandin û wiha got:  

“Ji ber erdhejê em Newroza îsal bi xemgînî û êşeke mezin pêşwazî dikin. Ez careke din, rehma Xwedê ji welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazim. Ji bo gelê me jî sersaxiyê dixwazim. Êşa me mezin e, em PKK û gelê Kurd, êşên xwe tim dikin hêz û dikin sedema berxwedan, rêxistin û têkoşînê. Gelê me di vê pêvajoyê de piştgirî û alîkariya mezin nîşan da. Ev gelekî hêja ye. Meşa me meşa azadiyê ye, Emê di vê meşê de bi ser bikevin. Ez dîsa cejna hemû gelê me, ya dostê me û ya mirovahiyê pîroz dikim. Ji bo we tevan serketinê dixwazim. Bijî Rêber Apo, bijî ruhê Newrozê. Bijî ew têkoşîna ku em ji bo azadî û mirovahiyê didin.”

Di bernameya Newrozê de Koma Mûzîkê ya Mexmûr, Koma Awazên Çiya, Koma Mûzîkê ya Ajwan her wiha hunermen Luqman Selîm, Firmêsk, Adil Hewramî, Jîna Saqizî û Ehmed Sengawî derketin ser dikê.