Li Qamişloyê ji bo piştgiriya YPJ’ê forûmek hat lidarxistin
Jinan di forûma diyalogê ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin de, bal kişandin ser rola bingehîn a jinan di parastina civakî û xurtkirina nirxên edalet û wekheviyê de.
Qamişlo – Beşdarên forûmê, tekez kirin ku ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ne tenê bi qada leşkerî re sînordar e, di warê rêxistinkirin, bihêzkirin û pêşxistina rolên jinan di parastina civakê de veguheriye modelek. Beşdaran, tekez kirin ku mafê xweparastinê yê jinan mafek xwezayî û zagonî ye.
Di çarçoveya kampanyaya “Piştgiriya YPJ’ê” de ku bi dirûşma “Em hemû YPJ ne, YPJ nûnertiya me dike” hatiye destpêkirin de, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê forûmek bi sernavê “YPJ li hemberê Qirkirinê Îradeya Hebûnê û Misogerkirina Civaka Demokratîk e” li dar xist.
Nûnerên saziyên jinan û rêxistinên mafên jinan, endamên tevger û rêxistinên jinan, kesayetên civakî û siyasî, çalakvanên ku bi lêkolînên jinan re eleqedar dibin û gelek kesên din beşdarî forûmê bûn.
Armanca forumê ew bû ku ezmûna YPJ’ê wekî yek ji ezmûnên girîng ên jinan li herêmê were nirxandin, rola wê ya di parastina jinan û civakê de were nîqaşkirin, mafê rewa yê xweparastinê were tekezkirin û bi riya misogerkirina destkeftiyên jinan ji bo nîqaşên qanûnî û destûrî yên ku armanc dikin beşdariya jinan di avakirina Sûriyeya demokratîk de xurtir bike, zemînek bê amadekirin.
‘YPJ sembola berxwedana li dijî terorê ye’
Forûmê, bi axaftina endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer destpê kir. Emîna Omer, diyar kir ku ev forûm di demeke krîtîk de ji bo parastina destkeftiyên jinan û avakirina Sûriyeyeya demokratîk tê lidarxistin û tekez kir ku YPJ sembola berxwedana li dijî terorê ye û jin di parastina civakê de roleke girîng dilîzin.
‘YPJ’ê ji bo jin beşdarî xebatên parastina civakê bibin rê vekir’
Xebatên forûmê di bin sê sernavan de hatin meşandin. Sernavê ewil ji aliyê Berpirsa Medyayê ya YPJ’ê Rûken Cemal ve hat destgirtin. Rûken Cemal, li ser pêvajoya damezrandina yekîneyan û pêwîstiya hêzeke jinan a serbixwe ya li dijî gefên li ser jinan axivî. Rûken Cemal, tekez kir ku YPJ’ê jinan ji rolên kevneşopî derxistiye û beşdarî parastina civakê kiriye. Rûken Cemal, diyar kir ku şervanên jin serkeftinên girîng bi dest xistine, dîtina jinan û xwebaweriyê ava kiriye û got: “Divê ev destkeftî bi hewldanên hevbeş ên rêxistinên jinan û civakê werin parastin.”
‘Xweparastin mafek e di qanûna navneteweyî de jî cih digre’
Di sernavê duyemîn de jî endama Meclîsa Jinan Ebîr Hesaf, mijara li ser “Jin û Mafê Xweparastinê” pêşkêş kir. Ebîr Hesaf, diyar kir ku xweparastin mafek e, di qanûna navneteweyî de cih digre û ji bo jinan li dijî tundî û cudakariyê girîngtir bûye. Ebîr Hesaf, tekez kir ku xweparastin ne tenê aliyên fizîkî her wiha qadên mîna perwerde, hişmendiya qanûnî, serxwebûna aborî û piştgiriya derûnî jî digre nava xwe û diyar kir ku bihêzkirina jinan bi hişmendiya di van waran de dest pê dike.
‘Divê jin di hemû qadan de hemwelatîbûna wekhev bigrin’
Di sernavê sêyemîn de, ji Meclîsa Edaletê Rîma Berkat, mijara bi navê “Di navbera Makezagon û Rastiyê de” pêşkêş kir û mafên destûrî yên jinên Sûriyeyê û sepandina wan a pratîkî nirxand. Rîma Berkat, diyar kir ku makezagonên 1950, 1973 û 2012’an bendên der barê wekhevî û mafên jinan de dihewînin lê ev veneguherîne wekheviya rastîn.
Rîma Berkat, tekez kir ku nûnertiya jinan ji ber kêmasiyên di pêkanînê de sînordar dimîne û got: “Divê destûra nû li ser bingeha peymanên mafên mirovan ên navneteweyî be û divê jin di hemû qadan de hemwelatîbûna wekhev bistînin.”
Di dawiya forumê de, hat diyarkirin ku ezmûna YPJ’ê ji bo jinan mîna mînakeke girîng xizmet dike û rola wan di parastina aştiyê û parastina civakê de xurt dike. Girîngiya berdewamiya diyalogê di navbera saziyên jinan û yên hiqûqî de ji bo parastina destkeftiyên jinan û mîsogerkirina wan a di makezagona nû de hat destnîşankirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ev pêvajo dê beşdariya jinan a di pêvajoyên biryardayînê de zêdetir bike.