Li Qamişlo û Şehbayê ji bo rewşa girtiyan çalakî hatin lidarxistin
Kongreya Star ji bo rewşa girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rastî binpêkirinên mafan tên û ji ber nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin daxuyanî da. Girêdayî heman mijarê li Şehbayê jî meş hat lidarxistin.
Qamişlo/Şehba - Kongreya Star ji bo rewşa girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rastî binpêkirinên mafan tên û ji ber nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin li ber navaneda xwe ya li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.
Daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Qamişlo Ibtîsam El- Huseyn ve hate xwendin wiha ye: “Polîtîkiya dewleta Tirk ên qirkirin û imhakirinê li ser gelê kurd dide meşandin berdewam e. Rewşa girtiyan di xeteriyê de ne. Ji sala 2020’an heya niha 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, di mercên pir zor de dijîn. Di nava mihekê de 5 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, ev tişt xeteriyê li ser jiyana girtiyên din jî ava dike. Lewra pêwîstiya destwerdaneke lezgîn ji deverên têkildar ji saziyên mafên mirovan were kirin û hesabxwestinek were destpêkirin. Em careke din berxwedana wan a li himber faşîzmê ji bo pêkanîna jiyaneke birûmet, azad û demokrat pîroz dikin û dibêjin berxwedan jiyan e.”Bi dirûşma “berxwedan jiyan e”daxuyanî bi dawî bû.
Welatiyên Şehbayê jî ji bo piştevaniya girtiyan meşiyan
Rêxistina Kongra Star a herêma Efrîn Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştevaniya berxwedana girtiyên li girtîgehên Tirkiyê tên girtin bi dirûşmeya "Bibin dengê zîndanan" meş li dar xist. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şêniyên herêma Efrînê amade bûn. Meş ji destpêka navçeya Ehdas akantona Şehba heya parka navçeyê dom kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Strar a herêma Efrînê Gulê Mihemed axivî.
Gulê Mihemed tekez kir ku wê her tim piştgiriyê bidin kesên ku heya vê kêliyê di girtîgehên Tirkiyeyê de li berxwe didin û wiha pê de çû: "Em weke jinên Efrînî piştgiriyê didin zarokên xwe yên di zîndanan de heya niha li berxwe didin.”
“Di bin êşkenceyan de berxwedanî tê meşandin”
Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star ya navçeya Şêrawa Leyle Xelîl Yûsif jî wiha got: "Ez xwişka Hacar Xelîl Yûsif a 27 salin di zîndanên Tirkiyeyê de berxwedaniyeke bê hempa berdewam dike. Em piştgiriyê didin girtiyên di zîndanên Tirkiyeyê de heya nûqteyk xwîn di canê me de heye em ê her tim li qadan bin. Di demên dawiyê de xwîşka min nexwaş bû ew berinin nexweşxanê. Em bang li Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina CPT dikin ku girtiyên me êdî rizgar bikin. Em êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin."