Li Qamişlo êrîşa li dijî rojnamevanên jin hat şermezar kirin

Şêniyên Qamişlo li dijî êrişa ku duh li bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê li ser her du rojnemevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn hat kirin, daketin qadan û bi meşekê êriş şermezar kirin.

Qamişlo- Dewleta Tirk duh li navçeya Seyidsadîq a bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê weseyiteke ku rojnemevanên çapemeniya azad tê de bûn kir hedef û di encama vê êrişa hovane de, herdu rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birindar bûn. Şêniyên Qamişlo li dijî vê êrîşê daketin qadan û bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û yên cangoriyên azadiyê hatin hildan. Meş ji çerxerêya Sonî bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" Şehid Namirin" Jin Jiyan Azadî" heta navenda çand û hunera Mihemed Şêxo berdevam kir. Li wir ji aliyê Şaha Xelîl ve li ser navê Kongra Star tekîlîdarî êrişan axaftinek  hate kirin.

Şaha Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tekoşin û qehremantiya şervanê azadiyê û got:" berxwedan û qehremantiya gerila ya li hemberî  êrîşên dewleta Tirk ya ku di encamê de dawleta Tirk têk biriye de, ji bo wê îro dewleta Tirk li her derê kurdekî dike hedef.

Rojnamevanên jin, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dibin hedefa êrişên hovane. Berî  niha jî Pexşan Ezîzî û Şerife Mihemedî  ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê îdamê li wan hete birin.

'Rûxmî hemû êriş û qetilkirinan jî wê tekoşîn berdewam bike'

Şaha Xelîl di berdewama axaftina xwe de bang li tevahî hêzên navnetewî kir ku li hemberî van êrişan bêdeng neminin û got: "Em bang li tevahî cihanê dikin ku li hemberî van êrîşan bisekinin. Wê ev êrîşên dijmin li hemberî  vê berxwedanê têk biçin, çiqas êrîş li ser jinên pêşeng bike jî wê nekaribê şoreşê têk bibe. Rûxmî hemû êriş û qetilkirinan jî wê her tekoşîn û berxwedana me berdewam bike û bi felsefeya Rêber Apo em ê bi serbikevin.  

 Meş bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.