Li Qahîreyê Weqfa Pirsgirêkên Jinan li ser şîdeta li ser jinan perwerdek da destpêkirin

Weqfa Pirsgirêkên Jinan li Misirê civîneke perwerdeyê li dar xist û li ser rewşa tundiya li ser jinan û binpêkirinên ku tên serê wan, çi sunetkirin, çi zewaca di temenê biçûk de be û hin mijarên din, gotûbêj kirin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Xebat ji bo bilezkirina derxistina qanûnek ji bo rûbirûbûna tundiyê, nemaze piştî qetilkirina Nîra Eşref, bûye daxwazek komî. Weqfa Pirsgirêkên Jinan li Misirê civîneke perwerdeyê li dar xist û li ser rewşa tundiya li ser jinan û binpêkirinên ku tên serê wan, çi sunetkirin, çi zewaca di temenê biçûk de be û hin mijarên din, gotûbêj kirin û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşnûmeqanûnek pêşkêş kirin. Pêşnûmeya qanûnê ji aliyê komeke sereke ya xebatê ve, Navenda Tadawun a ji bo Lêkolînên Zayendî, Navenda El-Nedîm a li Dijî Tundî û Îşkenceyê, Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misrê, Weqfa Jina Nû, Însiyatîfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan û Weqfa Qahîreyê ji bo Pêşketin û Hiqûqê ve hat amadekirin.

"Ligel hebûna zagonan tundiya li ser jinan hê jî berdewam dike"

Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê Sîham Elî da zanîn ku hê jî êrîşên li dijî jinan didomin, di serî de sinetkirin û wiha got: "Tevî hebûna qanûnek cezayê giran, tundiya li ser jinan hê jî berdewam dike. Zagon bi tena serê xwe ne bes in û ji bo guhertinên rasteqîn û radîkal pêk werin, pêdivî bi xebatek civakî heye. Me biryar da ku em li ser bilindkirina hişmendiyê bixebitin da ku çanda civakê ya ku bi tundiya li ser jinan ve girêdayî ye biguherînin bi bernameyek perwerdeyê ji bo ciwanên heta 35 salî bidin ku em bi wan re rewşên neyînî yên di zewaca di temenê biçûk de û sunetkirin û bandora van sûcan li ser bedena jinan nîqaş bikin."

Di pêşnûmeyê de amûrên pêşîlêgirtinê

Amûrên pêşîlêgirtinê di pêşnûmeyê de ev bûn: Hikûmet bi rêkûpêk, li ser hemû astan kampanyayan û bernameyên hişyarkirinê û bi hevkariya dezgehên şareza di warê wekhevî û mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl de, bi taybetî rêxistinên jinan, ji bo agahdarkirina raya giştî li ser hemû cureyên tundiyê di vê qanûnê de, bandorên wan ên neyînî yên li ser civakê û hewcedariya pêşîlêgirtina wan, li dar dixe. Divê wezaretên perwerde, çand, karûbarên civakî, tenduristî, ciwan, werzîş, çapemenî, dad û karên hundir, ji bo pêşîgirtin û têkoşîna li dijî sûcên tundiya li ser jinan hemû tedbîrên pêwîst bigrin. Avakirina navendên ji bo parastina mexdûrên tundiyê. Pêdivî ye ku hukûmet ji jinan re xaniyên ewle û guncaw ava bike, bi şertê ku karûbarên piştevaniya pispor hebin. Her wiha divê hikûmet bi armanca pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan dê navendeke rehabîlîtasyonê ji bo sûcdarên şîdetê ava bike. Mafê mexdûran heye ku ji sûcdarên di vê qanûnê de hatine destnîşankirin, çi kesên asayî û çi karbidestên desthilatdariya giştî, tazmînatê bixwazin. Rêxistinên sivîl ên têkildarî şîdeta li ser jinan di hemû qonaxan de mafê wan heye ku beşdarî dozên edlî bibin. Her wiha mafê van komeleyan heye ku di doza ji hêla dozgeriya giştî ya mafdar ve hat vekirin de nûnertiya wan bikin û serlêdanên medenî yên ku mafên aliyên zirardar diparêzin pêşkêş bikin.