Li Qahîreyê civîna Roja Jinên Cotkar a Cîhanê hat lidarxistin

Weqfa Jinan a Nû di çarçoveya 15'ê Cotmehê Roja Jinên Cotkar a Cîhanê de civînek li dar xist û bal kişand ser zehmetiyên ku jin di vî warî de dikêşin.

ASMAA FATHI

Qahirê – Weqfa Jinan a Nû di çarçoveya 15’ê Cotmehê Roja Jinên Cotkar a Cîhanê de civînek li dar xist. Di maseya nîqaşê de behsa rola xurt a jinan a di pêşketinê de hat kirin û Roja Jinên Cotkar bi axaftina Dirêktora Bernameyên Weqfê Lamîa Lûtfî re hat pîrozkirin. Di civînê de ji bilî mafên jinên kedkar di çandiniyê de, mafên curbicur ên jinên cotkar ji rastiya pêbendbûn û erkên navdewletî yên Misrê û rola kooperatîfan di çêkirina cihekî baştir ji jinan re hatin axaftin. Di civînê de hûrgiliyên proje û xebatên hilberînê yên li 16 kooperatîfan, her wiha gavên di qadê de hatine avêtin hatin berçav hat derbaskirin û destkeftiyên jinan hatin bi dest xistin.

Li ser projeya nû tê xebitandin

Lamîa Lutfî anî ziman ku ew li ser projeyek cotkarên jin û mafên wan di çarçoveya pirojeya mezin a "Jin û Kar" de dixebitin ku jîngeha kar ji bo jinan bê baştir kirin. Lamîa Lutfî anî ziman ku qadên gundewarî rastî cudakarî, biçûkxistin, xizanî, nezanî û nebûna nepenîtiyê, karên giran ên malê û her wiha rastî tundiyê tên û diyar kir ku hejmara kesên ku ji mafê mîrasê hatibe bêpar kirine li gorî paytext û berbajaran hin zêdetir.

Rolek girîng dilêyze

Seroka Desteya Rêvebir a Weqfa Pêşketin û Yasayê ya Qahîreyê Intîsar El-Saeed, diyar kir ku jinên qadên gundewarî ji bilî dabînkirina xurekê ya ji bo malbatên, di warê dabînkiriina dahatên fînansal yên çi di asta mîkro be, çi xebatên wan bê de roleke girîng dilêyzin. Întîsar El-Saeed destnîşan kir ku karkerên çandiniyê bi taybetî yên bê rêkûpêk di derveyî sîwana sîgortaya civakî û tenduristiyê de ne û ji ber vê yekê mafên wan vala tên xereç kirin.

Hêzkirina aborî şert e

Cîgira Seroka Komeleya Malbat û Jîngeh û Sekretera Giştî ya Weqfa Misrê û Sekretera Sendîkayê Jinan li Qena Safiya Mehmûd, diyar kir ku bi taybetî li Misrê jorîn jinên qadên gundewarî rastî biçûkxistin û cudakariyê tên. Safîa Mehmûd dest nîşan kir ku divê jin bên hêzkirin û diyar kir jinên li qadên gundewariyê de dixebitin nikarin mafên xwe bi dest bixin.

Ji jinên li derdora xwe hêzê digre

Seroka Sendikaya Cotkarên Piçûk ên Minyayê ku sektora çandiniyê diparêze Hana Abdel Hekîm Mohamed jî piştrast kir ku ji jinan re çi qas bar dibin bila bibin, heta îro ji kevneşopî, adet û şêwazên tundiyê êş kişandine. Hana Abdel Hekîm diyar kir ku ew weke jineke ku ji kevneşopî û çandê bandor dibe rastî gelek astengiyan hatiye û da zanîn ku tevî hemû tacîzan jî ji jinên derdora xwe hêz digre.