Li qadên Newrozê dirûşmên “Dem dema serkeftinê ye” bilind dibin
Newrosa îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pêşwazîkirin. Di serî de li navendên weke Dêrsim, Şirnex û Mêrsînê li gelek cihan welatî daketin qadan û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin.

Navenda Nûçeyan – Li çar aliyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê yên Kurd lê dijîn bi coş û kelecanek mezin agirê Newrozê tê dadan. Bi boneya pêşwazîkirina Newrozê, qadan tijî dikin û bi dirûşmeyan biryardariya xwe ya ji bo azadiyê carek din bilêv dikin. Starta Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” 15’ê Adarê li Elkê ya girêdayî Şirnexê hatibû dayîn. Îro jî di ser î de Pirsûs, Qoser, Panos, Dêrsim, Şirnez, Mêrsîn, Gebze û Frankfurt jî di navê de agirê Newrozê li 20 navend û navçeyan hat geşkirin.
Pirsûs
Yek ji qadên ku agirê Newrozê lê hat dadan jî Pirsûs a navçeya Rihayê ye. Ji serê sibê ve gelek rêyen ku diçe qada Newrozê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat girtin. Lê rûxmê astengiyan jî bi hezaran kes daketin qadan Newrozê û Newrozê pîroz dikin. Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan destûr neda pankarta “Ji her kesî re edalet” ku çalakiya Emîne Şenyaşar bi bîr dixe, bibin qadê. Bi hêceta “pankart têkildarî Newrozê nîne” hat astengkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina destpêkirin û silavkirin dest pê kir û deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn. Pişt re agirê Newrozê bi coşek mezin hat vêxistin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û têkoşîna gelê kurd.
Qoser
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî pîrozbahî li Qada Otogarê pêk tê. Pîrozbahiyê bi kelecaniyek mezin dest pê kir. Bi hezaran welatî ji saetên serê sibehê ve diherikin qadê û dirûşmên “Bijî Newroz” berz dikin. Li qadê bi hezaran welatî tevî barîna baranê jî kom bûne. Welatiyên kom bûne dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Hatina welatiyan a qadê didome.
Mêrsîn
Îsal Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroz wê li Çukurovayê ji li 5 bajar û 2 navçeyan bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê yên li Çukurovayê bi dawî bûn. Li Çukurovayê Newroza yekemîn li Qada mîtîngê ya Tirmilê ya Mêrsînê tê pîrozkirin. Qada Newrozê bi flamayên rengîn hatin xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be”, “Em ê tecrîdê bişikînîn, faşizmê têk bibin”, “Dem dema serkeftinê ye” hatin daliqandin. Serê sibehê jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi xiftanên xwe diherikin qada Newrozê. Girseya li hev kom dibe dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz be” berz dikin. Jinan bi rengê kesk, sor û zer xwe xemilandin bi stranên Newrozê govendê digerînin.
Şirnex
Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî tê lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz raperîna jinan e” û “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” hatin daliqandin. Welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûne cilên netewî li xwe kirine û xemla pîrozbahiyê xweşik kirin. Ji serê sibehê ve ji zarokan bigire hata kal û pîran diherikin qada Newrozê. Tevî hewa sar jî xelk li qadê kom bûye û bi kelecan pîrozbahiyê da destpêkirin. Ciwan û kal û pîr li ber stranan govendê digerînin.
Panos
Li Panosê rûxmê muxalefeta hewayê gelên Panosê daketin qada Newrozê û bi dirûşmeya “Dema dema azadiyê ye” bi coş û kelecanek mezin Newrozê pêşwazî dikin.
Li Dêrsim, Gebze û navendên din jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Bi hezaran welatî li qadên pîrozbahiyê yên van navendan kom bûne.