Li Pîranşarê jina 27 salî di encama tundî û destdirêjiyê de mir
Nîlûfer Mojavar a 27 salî ya ji Pîranşarê, piştî revandin û tundiya fîzîkî û destdirêjiyê, bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Ji ber giraniya birînên wê, mejiyê wê mir.
Navenda Nûçeyan- Nîlûfer Mojavar a 27 salî ya ji Pîranşarê, piştî ku rastî tundiya fîzîkî ya giran, îşkence û tecawizê hat, rakirin nexweşxaneyê û hate ragihandin ku mêjiyê wê miriye. Malbata wê li gumanbar gilî kir, lê hîn nehatiye girtin û tê gotin ku kiryar reviyaye.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û gotinên malbatê, Nîlûfer Mojavar bi diya xwe û du birayên xwe yên biçûk re dijiya û ji bo destekê bide malbata xwe, li cihê karê diya xwe dixebitî. Li gorî malbatê li wir, Seyyed Izzat al-Din Seyyed Taheri ji bo baweriya wê qezenc bike, soz da ku ewê pê re bizewice û di pirsgirêkên wê yên darayî de alîkariya wê bike. Lê dayîka wê xwe neqayîl kir.
12 roj beriya bûyerê winda bû
Nîlûfer nêzîkî du hefte berî bûyerê ji malê derket û 12 rojan winda bû. Malbat dibêje ku di vê demê de ew li cihekî nenas rastî tundî û îşkenceya giran a fîzîkî û zayendî hatiye.
Di 1’ê Îlonê de, piştî ku rewşa fîzîkî ya Nîlûferê xirabtir bû, Seyed Taherî li gundek Pîranşarê ew bir navendeke tenduristiyê. Piştî ku karmendên bijîşkî rewşa wê kontrol kirin, ew şandin Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya li Pîranşarê. Bijîşkan ragihand ku Nîlûfer ji ber ku derbek giran ji serê xwe xwariye û gelek birînên giran, têk çûye û mêjiyê wê miriye.
Gumanbar reviya
Li gorî îfadeyên malbatê, dema ku Nîlûfer dibirin nexweşxaneyê û dema ku ew li herêma qereqola polîsan a Pîranşarê bûn, gumanbar bi hinceta anîna belgeyan ji cihê bûyerê reviya. Malbatê li gumanbar gilî kir, lê di derbarê girtin û cihê wî de ti nûçeyek nehat weşandin.
Paşê rayedarên nexweşxaneyê rewşa Nîlûferê ji malbata wê re ragihandin. Li gorî malbatê, li ser bedena wê nîşanên lêdan û şewitandina giran hebûn. Bijîşkan her wiha diyar kirin ku derbek giran a li serê wê ketiye, bûye sedema mirina mêjî.
Piştî piştrastkirina mirina mêjî û nebûna îhtîmala başbûnê, malbata Nîlûfer razî bû ku lebatên wê bide nexweşên hewcedar. Li gorî agahiyên hatine weşandin, bexşandina lebatan ji bo roja îro li nexweşxaneyek li Urmiyê hatiye plankirin.
Malbata Nîlûferê her wiha ji bo lêpirsînek dadwerî têkildarî bûyerê û tesbîtkirina kiryar û girtina wî, gilînameyek pêşkêş kir.