Li Pêncewînê jina yekem a rojnamevan
Li navçeya Pênciwênê ya ku qada medyayê bi salan ji bo jinan qedexe xuya dikir, Raz Aram ev sînor şikand û bû yekemîn nûçegihana jin a herêmê; ew bi xebatên xwe ne tenê pirsgirêkên gel tîne ziman, her wiha dibe çavkaniya ilhamê ji bo hemû jinên herêmê.
MÎHRÎBAN SELAM
Pêncewîn – Li navçeya Pêncewîn a girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ku herêmek sînorî ye û hema bêje ji medyayê bêpar e, navçeyek ku karê medyayê tenê yê mêran bû, di warê rojnamevanî û medyayê de hebûna jinek a bi awayek pispor, gavek girîng a pêşketinê ye. Vê jina bi navê Raz Aram kariye wek rojnamevana jin a yekem li Pêncewîn, dengê welatiyan bighîne û behsa mijarên civakî û xizmetê bike. Hebûna jinekê di medyayê de ne tenê dengek nû ye, di heman demê de ji bo zarokên keç û jinên din jî baweriyek e ku bizanin ew dikarin di her warê jiyanê de biserkevin. Ev mînak nîşan dide ku bi îrade, westan û piştgiriya civakê, jin dikarin rolek bi bandor di pêşxistina medyayê û civakê de bilîzin.
‘Ez jina yekem im ku li Pêncewînê di warê medyayê de dixebitim’
Raz Aram têkildarî karê xwe û destpêka pîşeya xwe ya di medyayê de, ji ajansa me re axivî.
Rojnamevan Raz Aram wiha got: “Ez nişteciha bajaroka Pêncewîn im û ev salek e di medyayê de min dest bi xebatê kiriye. Ev mehek e bi awayek çalak dixebitim. Ez rojnamevana jin a yekem im ku li Pêncewînê karê nûçegîhaniyê dikim. Ev mehek e li qadê min dest bi kar kiriye. Di nava vê mehê de, karê min gelek baş birêve diçe. Her wiha ez kêfxweş im ku jina yekem im ku li Pêncewînê karê rojnamevaniyê dike.”
‘Welatî gelek piştgiriya xebatên min dikin’
Raz Aram da zanîn ku xebata di medyayê de li deverek wek Pêncewîn ne asan e. Raz Aram got ku bi taybetî ji bo jinan, astengiyên civakî, nebûna derfetên kar û her wiha berpirsyariya ku rojnamevan pê re rû bi rû ye, hemû astengî nin. Lê bi hêviya xizmetkirina civakê, ew xebatên xwe didomîne da ku rastiyê ragihîne û pirsgirêk û serkeftinên bajêr bi taybetî di medyayek navxweyî de nîşan bide. Raz Aram anî ziman ku her wiha piştgiriya xelkê girîng e, xelkê herêmê girîngî dide xebatên wê û wiha pê de çû: “Ez spas dikim ku xelk gelek piştgiriya min dikin û her tim piştgiriyê didin min.”
Li ser pirsa “Ragihandinê başiyek çawa li jiyana te zêde kiriye?” ev bersiv da: “Medyayê gelek tişt dane min, di nav de navûdengiyek baş heye û mirov bi başî derbarê min de diaxivin.”
‘Ez bang li jinan dikim ku bi wêrekî derkevin û bixebitin’
Raz Aram di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinan kir: “Peyama min ew e ku jin wêrek bin, rabin û derkevin derve û ji tiştekî şerm nekin. Wêrek û jêhatî bin, jinbûn tê wateya wêrekî û jêhatîbûnê. Werin pêş kamerayan û karê xwe nîşan bidin. Peyama min a din ew e ku em piştgiriyê bidin jinan û em hêvî dikin ku jin bibin xwedî karê xwe.”
Rojnamevana jin a yekem li Pêncewînê Raz Aram, niha tekane nûnera jinan a di vî warî de ye. Hêvî dike ku ev rêbaz dê di pêşerojê de rê bide zêtir jin bighîjin medyayê û dengê civakê xurt bike.