Li Pakistanê di qezaya trenê de 30 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan

Li başûrê Pakistanê di encama qezaya trenê de herî kêm 30 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan rêwî jî birîndarin.

Navenda Nûçeyan - Trena diçû Karaçiyê, li nêzî Daharkî ya bakurê wîlayeta Sindê ya Pakistanê ji rê derket û li treneke ku ji aliyê din ve dihat ket. Li gorî agahiyên destpêkê 30 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî di nava trenê de asê mane.