Li Omdurmanê top avêtin ser sivîlan: 61 sivîl mirin

Li bajarê Omdurmana Sûdanê bazarek ku tije sivîl bû, rastî bombebaranê hat. Di êrîşê de nêzî 61 kes mirin, 100 kes jî birîndar bûn.

Sudan – Li bajarê Omdurmana ku li rojavayê paytext Hartuma Sûdanê ye, Hêzên Desteka Bilez (HDK) êrîşî bazarek kirin. Di encama êrîşa bi topan hat kirin de li gor agahiyên destpêkê 61 sivîl mirin, 100 kes jî birîndar bûn.

Dildar û xebatkarên tenduristiyê bi fikar in

Yekîneyên tenduristiyê yên rewşa lezgîn ku li Hartumê ne, banga alîkariya lezgîn kirin. Yekîneyan dan zanîn ku di encama êrîşa duh çêbûye de gelek kes birîndar bûne û ji bo wan derman, amûrên tibî, betanî û pêdiviyên bingehîn dixwazin. Rayedaran diyar kir ku ji bo birîndarên giran pêdiviya wan bi ambûlans û erebeyan heye. Rayedaran destnîşan kirin ku ji ber tundiya zêde bûye û hedefgirtina sivîlan, dildarên tenduristiyê di nav metirsiyek de ne. Xebatkarên tenduristiyê dema hewl didin xwe bighînin birîndaran, bi xetereyek mezin re rûbirû dimînin. Yekîneyên rewşa lezgîn bang li hemû aliyan kirin ku li hember prensîbên mirovî rêzdar bin, ewlehiya xebatkarên tenduristiyê peyda bikin û dev ji êrîşên li hember tesîsên tibî berdin.

Banga ‘êrîşên li ser sivîlan rawestînin’

Ji ber ku li herêmê hilweşînek mezin çêdibe û  xizmetên tenduristiyê têk çûne, hemû birîndar sewqî Nexweşxaneya El-Nu ya li Omdurmanê hatin kirin. Ev nexweşxane, yekane tesîsa çalak a li herêmê ye. Hejmara nexweşan di ser kapasîteya nexweşxaneyê re ye. Ji ber ku hejmara birîndaran zêde dibe di aliyê amûrên tenduristiyê de gelek tengasî dikşîne. Lewma jî destwerdana lezgîn a ekîbên tenduristiyê dikeve xeterê. Yekîneyên rewşa lezgîn ên li Hartumê, diyar kirin ku ambûlans û personelên dildar ên tenduristiyê di bin êrîşên pir giran de dixebitin û gihîştina wan a navendên tenduristiyê her ku diçe zortir dibe. Ji ber ku tesîsên tibî rasterast dikin hedefa êrîşan, hem jiyana xebatkarên tenduristiyê û hem jî dildaran û nexweşan dike xeterê. Yekîneyên rewşa lezgîn dan zanîn ku parastina xebatkarên tenduristiyê û dildaran, di çarçoveya hiqûqa navnetewî de şert e. yekîneyan diyar kirin ku divê êrîşên li hember sivîlan û tesîsên tenduristiyê tavilê bên rawestandin.

Heta niha ji 20 hezarî zêdetir kes mirine

Ji Nîsana sala 2023’yan vir ve li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Desteka Bilez de pevçûn çêdibin. Neteweyên Yekbûyî û saziyên navnetewî banga rawestandina pevçûnan dikin. Di pevçûnan de heta niha ji 20 hezarî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji  14 milyon zêdir kes jî koçber û penaber bûn. Li gor raporlên Neteweyên Yekbûyî şerê li  Sûdana ku ji 18 eyaletan pêk tê, heta niha li 13 eyaletan belav bûye. Pevçûn, bi milyonan kesan bi birçîbûn û mirinê re rûbirû dihêle.