Li Nûristanê karesata xwezayî û koçberî

Li parêzgeha Nûristan a Efganistanê di encama lehiyê de bi dehan kesî jiyana xwe winda kir û bi sedan malbat koçber bûn. Farîma Nûristanî ku neçar ma mala xwe biterikîne bal kişand ser rewşa jin û zarokan û got: "Alîkarî diçe berîka Talîbanê."

BAHARAN LEHÎB

Nûristan – Nûristan ku yek ji 34 parêzgehên Efganistanê ye û li rojhilatê welat e. Mîna gelek herêmên Efganistanê, beşek mezin ji nifûsa parêzgehê li deverên çiyayî dijî. Nûristan ji bo zarokên keç, ne xwedî perwerdeyek başe û her wiha ji nexweşxaneyên baş, rêyên baş û jiyanek aram û bi ewle bêpar e.

Wek gelek deverên Efganistanê, aboriya vê parêzgehê li ser çandinî û xwedîkirina ajalan e. Beşek mezin a kar ji hêla jinan ve tê kirin. Li çiyayên bilind ên Nûristanê, fistiq û gûzên bi kalîte ku piranî ji hêla jinan ve tê berhevkirin û amadekirin.

Malbatan hemû çavkaniyên xwe winda kirin

Nûristan ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, wek yek ji parêzgehên herî bedew ê Efganistanê tê hesibandin û cîranê sînorê Pakistanê ye. Lê belê, di 20’ê Tîrmeha 2026’an de, beşek ji vê bedewiya xwezayî ji ber lehiyên kujer wêran bû. Gelê Efganistanê careke din şahidiya wêrankirina ji nişka ve ya mal û jiyana bi sedan malbatan li yek ji herêmên herî bedew ên welat kir. Gelek malbatan ji derveyî windakirina hezkiriyên xwe, hemû milk û çavkaniyên jiyana xwe winda kirin.

Li gorî raporên ku ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hatine weşandin, li Nûristanê di lehiyên dawiyê de nêzîkî 20 kes mirine, 80 kes birîndar bûne û nêzîkî 100 kes jî winda ne.

‘Jiyana malbata me piştî lehiyê guherî’

Me bi telefonê bi Farîma Nûristanî ya ji Nûristanê ku piştî lehiyê ji bo lênêrîna du zarokên xwe yên biçûk û dê û bavên extiyar ê hevjînê xwe neçar ma ku eyaletê biterikînin re axivî.

Farîma Nûristanî wiha got: “Jiyana malbata me piştî lehiyê bi temamî guherî. Xanî û derdora ku em bi salan lê diman êdî ji bo malbata min ne ewle bû, ji ber vê em neçar man bi her du zarokên xwe yên biçûk re ji mala xwe derkevin. Terîkandina malê ji bo min ne hêsan bû, ji ber li Nûristanê, jin beşek mezin ji berpirsiyariyên rojane û aborî yên malbatê hildigirin ser xwe. Tevî zehmetiyên jiyana li çiyayan, mirov bi erdê xwe, malên xwe û jîngeha xwe ve girêdayî ne, û terikandin ji bo me gelek zore.”

‘Lênêrîn zor dibe’

Di vê bûyerê de, fikara herî mezin a Farîma Nûristanî ewlehî û başbûna du zarokên wê  ên biçûk bû. Di rewşek wisa de, her çend wê her tişt winda kiribe jî, fikra sereke ya dayîkek rizgarî û ewlehiya zarokên wê ye û got: “Rewşa dê û bavên extiyar ê hevjîna min gelek bi fikarin. Dema ku mal û xetên ragihandinê tên hilweşandin, lênêrîna extiyaran zortir dibe.”

Ferîma Nûristanî axaftina xwe wiha domand: “Jinên Nûristanê di hemû salên zor ên jiyana xwe de barê giran ê malbat û aboriyê hilgirtine, lê dema ku karesatên xwezayî çêdibin, ew û zarokên wan di nav komên herî bêparastin de ne. Jin û zarok ji piraniya kesên ku mirine, birîndar bûne, an jî winda bûne pêk tên. Her çend lehiyê di êvara heman rojê de çêbûbe jî, me gelek fedekarî kir.”

‘Talîban şert û mercên ji bo zilmê bikartîne’

Ferîma Nûristanî di dawiya xaftina xwe de wiha got: “Em, xelkê Nûristanê, naxwazin tenê piştî karesatekê werin bîranîn. Heta berî lehiyê jî, di nav de nebûna rêyên neguncaw, navendên tenduristiyê yên nebaş û derfetên perwerdehiyê, axa me bi bêpariyeke berfireh re rû bi rû ma. Niha, piştî vê karesatê, jiyana mirovan bi lezgînî hewceyê alîkarî û baldariyeke cidî ye. Divê ev alîkarî vala neçe. Gelek kes bawer dikin ku li Nûristanê, mîna gelek deverên Efganistanê, alîkarî diçe berîka Talîbanê û ev kom her roj ji hêla aborî ve xurttir dibe, şert û mercên ji bo zilmê diafirîne.”