Li Nisêbînê coşa 8’ê Adarê

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di mitînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê de axivî û got ku Abdullah Ocalan di mijara rizgariya jinan de diyarker e û got: “Em ji bo jiyana azad û wekhev têdikoşin.”

Mêrdîn – Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mitîngê li dar xist. Mitîng, bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” hat lidarxistin. Mitîngê li Bûlwara Newrozê dest pê kir. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek jin bi cil û bergên neteweyî tevlî bûn. Beriya mitîngê, jinan govend gerand, dirûşma “jin, jiyan, azadî” berz kir, tililî avêtin. Li ser dika mitîngê pankartên “Têkoşîna jinan têkoşîna mirovahiyê ye", "Davên keziyan wê dawiya faşîzmê bîne" û "Her jin têkoşînek e her têkoşîn keziyek e” hatin daliqandin. Mitîngê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Ji Abdullah Ocalan re silav

Di mitîngê de destpêkê aktivîsta TJA’yê Emîne Akyuz axivî û got ku ew 8’ê Adarê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin û got: “Em silava herî mezin û ya ewil ji Abdullah Ocalan re dişînin. Jinên li Rojava û li her çar aliyên cîhanê li ber xwe didin silav dikin. Em bi coşeke mezin li vir in û 8’ê Adarê pîroz dikin. Bijî 8’ê Adarê.”

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn jî îşaret bi têkoşîna jinan a li herêmê kir û got: “8’ê Adarê li me tevan pîroz be. Çawa sala 2010’an li vir weke sala jinan hat îlankirin, îsal jî careke din bi coş û têkoşîna we dîsa weke bajarê jinan hat ragihandin. Ev der, bi berxwedana jinan di bîra her kesê de maye. Dê her dem wisa bê bibîranîn.”

‘Em ê vê mîrasê her dem bidin jiyîn’

Aktivîsta TJA’yê Fatma Ablay jî pêvajoya li Tirkiyeyê bi bîr xist û got ku ew vê 8’ê Adarê bi hest, daxwaz û baweriyeke cuda pêşwazî dikin. Fatma Abay, anî ziman ku ji jinan re mîrateyek hatiye hiştin û jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Berxwedan û têkoşîna wan hê dijî û dê her bijî. Îro roja xwedîderketina li nasnameya jinan e.” Fatma Abay peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku jin weke pêşengên civakê dihat destnîşankirin. Fatma Ablay got ku divê hemû jin xwedî li wê peyamê derbikevin û bi hev re civaka demokratîk ava bikin.  

‘Me tu caran serî netewand em ê netewînin’ 

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê jî berxwedana jinên Nisêbînî bi bîr xist û got ku dê her dem ji wan re bibin pêşeng. Halîde Turkoglu diyar kir ku jinan tu carî serî netewandiye û dê netewînin û got: “Ne zindanan ne jî tundiyê nikaribû pêşiya me bigre. Em bi têkoşînê heta van rojan hatin û nêzî azadiya xwe ne.”  

‘Em jin ne şer aştiyê dixwazin’  

Halîde Turkoglu got ku şer û komkujiyên li dijî jinan ên li Rojhilata Navîn berdewam dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Piştevaniya me jinan a bi hev re û têkoşîna me ya li dijî mêrîtiya serwer, netewe dewletê didome. Di demeke rejîma faşîst a molayan mirov qetil dikir, jin li dijî vê disekinîn. Em jin ne şer aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi awayekî azad, wekhev û birûmet bijîn. Em ji bo vê têdikoşin. Li vê xaka ku qirkirin lê tê kirin tekane çareserî, perspektîfa neteweye demokratîk a birêz Ocalan e. Pêvajoya ku saleke didome, ji bo jinan jî pir girîng e. Lewma em ê hemû ji bo çareseriyê têbikoşin. Silav ji jinên li dijî her cure zextan li ber xwe didin, silav ji hemû jinên şoreşa Rojava pêk anîn re. Hezar silav ji birêz Ocalan re ku Îdeolojiya Rizgariya Jinan diparêze.”

 

Piştî axaftinan, hunermenda Rojhilatî Dilniya derket ser dikê. Jinan li ber stranan govend gerand û mitîng bi dawî bû.