Li Nimrozê piştî ku saziyên jinan hatin girtin tundî zêde bû
Aktîvîstên ku bertek nîşanî girtina saziyên jinan ji aliyê Talîbanê ve li bajarê Nimrozê dan, destnîşan kirin ku piştî girtinan tundiya mêran zêde bûye û gotin ku dadgehên herêmî dê nikaribin di vê mijarê de bibin çareserî.
Navenda Nûçeyan – Talîbana ku rêveberiya Afganistanê bi dest xist, ferzkirina her cure qanûnên zayendperest ên li dijî jinan didomîne. Ji girtina jinan bi hilbijartina rengên Îslamî bigre heta qedexekirina dibistanan, sînordarkirina çûn û hatinê heta qedexekirina muzîk û çalakiyên çandî û hunerî zext hene. Polîtîkaya nû ya Talîbanê ew e ku saziyên li ser tundiya li ser jinan xebatê dimeşînin û saziyên ku piştgiriya jinan dikin rawestîne.
Tundiya mêr zêde dibe
Talîban ji Tebaxa sala borî ve rê nade ku saziyên piştevaniya jinan li parêzgeha Nîmroza Afganistanê xebat dimeşînin. Aktîvîstên mafên jinan ên têkildarî mijarê axivîn, wiha dibêjin; "Niha li parêzgehê tu saziyên piştevaniya jinan kar nakin." Aktîvîstan diyar kirin ku pirsgirêkên jinan roj bi roj zêde dibin, pirsgirêkên tundiya civakî û tundiya li ser jinan kûrtir dibin û wiha axivîn: "Mêr ji karên xwe bûm û her roj tundî li dijî jinan bi kar tînin.
Bang li Talîbanê hat kirin ku dest nede saziyên jinan
Aktîvîstên mafên jinan ên li Nimrozê bang li Talîbanê dikin ku dest nede saziyên jinan ji nû ve xebatan bimeşînin û dibêjin ku di gihandina pirsgirêkên jinan di dadgehên herêmî de jî gelek zehmetî tên jiyîn. Jin dibêjin: “Talîbanê ku saziyên me girt, dixwazin jin ji bo giliyên xwe serî li dadgehan bidin. Lê em baş dizanin ku pirsgirêkên weke tundî û pirsgirêkên aborî yên ku jin dijîn, li dadgehên herêmî nayên çareserkirin. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ger jin pirsgirêkan bijîn serî li dadgehên herêmî nedin.”
Jin li dijî tundiyê bêçare hatin hiştin
Jina bi navê Sara ya ji Nîmrozê, diyar kir ku hevserê wê bêkar e û wiha got: “Tundiya li mala min tê jiyîn hat rewşeke asayî. Ez edaletê dixwazim. Zarokek min a 4 salî heye, rewşa min li ber hevberdanê ye lê saziyeke ku piştgiriyê bide min jî nîn e.”
Jina bi navê Atefeh diyar dike ku bi zordariya malbata xwe bi merêkî ku nedixwest pê re bizewice re hatiye bizewicandin. Atefeh wiha pirs bike: “Ez xwendin û nivîsandin nizanim, hevserê min kesekî bêexlaq e û her roj li min dixe. Ez dixwazim dev ji berdim lê kî dê piştgiriya min bike?"
Aktîvîstên jin ên Afganî diyar kirin ku pirsgirêkên jinan ne tenê qanûnî ne, piralî ne û bang kirin ku bi taybetî jî navendên şêwirmendiyê yên jinan û saziyên xebatên jinan dimeşînin ji nû ve werin vekirin.