Li Amûdê pêşhilbijartinên namzetên PYD’ê hatin lidarxistin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro li Navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo namzetên xwe bi pêşhilbijartinan diyar kir.

Qamişlo- Xebatên pêşhilbijartinên diyarkirina namzetan ên Rêxistina Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku lihevkirinek navbera wan de heye, dewam dikin. Îro li Navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî PYD’ê ji bo diyarkirina namzetên xwe yên mêr dest bi pêşhilbijartinan kir.

Şêniyên Navçeya Amûdê li navendan berê xwe dan sandoqan û dengê xwe dan.

Li kêleka namzeta Rêxistina Kongra Star Newroz Ehmed Elî ku di pêşhilbijartinên namzetên jin de bi ser ketibû namzetên mêr Abbas Îsmayîl Dawûd û Mihemed Adil Mustefa El-Efrî jî ketine dengdanê. Yê ku herî zêde deng bigre, ji bo derbasbûna hilbijartinên giştî yên ku werin lidarxistin dê bibe namzetê Navçeya Amûdê

Di 30 Gulanê de bi awayek fermî hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 7 Kantonan dest pê dike.