Li Morîtanyayê 4 sal cezayê girtîgehê li du parlementerên muxalif birîn
Li Morîtanyayê 2 parlementerên muxalif, 4 sal cezayê girtîgehê xwarin. Li gor rayedaran sûcê van her du kesan ew e ku heqaret li sembolên netewî kirine û nefretê teşwîq kirine. Ev doz cardin rê li ber nîqaşên azadiya civakê vekir.
Navenda Nûçeyan – Li Morîtanyayê fikarên li ser mafê mirovan zêde dibe. Li gor saziyên herêmî û navnetewî, gelek sepandinên tên kirin, nîşan didin ku azadiya ramanê her diçe kêm dibe, lewra ev yek fikaran zêdetir dike. Her wiha rojnamevan û aktîvîst ji ber nêrînên xwe pêvajoyên dadweriyê jî xwe dubare dikin. Ev yek jî bi xwe re nîqaşên sînorên rexneyên were qebûlkirin û parastina azadiya saziyan bi xwe re tîne.
Li dadgehek paytext Nuakşota Morîtanyayê roja 5’ê Gulanê 4 sal ceza li du parlementerên muxalif hat birîn. Tê îdîakirin ku ji ber ew heqaret li sembolên netewî kirine û nefretê teşwîq kirine lewra ev biryar hatiye girtin. Piştî ku rayedaran Meryem el-Şêx û Gamu Aşûr bi sûcê cudakariya nijadî ya li dijî serok a bi rêya medyaya civakî, hedefgirtina welatiyên reşik û neviyên koleyan tawanbar kirin, doz
hate vekirin.
Binpêkirinek eşkere ya mafên nûnerên hilbijartî
Ev herdû parlementer endamên însiyatîfek mafên mirovan ê li dijî koletiyê ne. Ji hêla siyasetmedar û hiqûqnasan ve girtina wan û dadwerkirina wan, bi helwestên tund hat pêşwazîkirin. Komên muxalif van gavan şermezar kirin, wan wekî binpêkirina azadiyên giştî û paşguhkirina parêzbendiya parlamenteran dîtin. Wekî din, hin komên parlamentoyê yên muxalif vê rewşê wekî binpêkirinek eşkere ya
mafên nûnerên hilbijartî bi nav kirin.
Biryara dadgehê ji derveyî cezayên hatine birîn, mijarên girêdayî vê li ser tora civakî were rakirin û dest deyne ser telefona wan û girtina hesabê wan jî hildigre. Ev pêşketin di demeke ku li Morîtanyayê mijarên koletiyê tê nîqaşkirin de tê jiyîn. Digel ku di sala 1980’yî de koletî hatiye rakirin û salên piştê wê cezayên wê hatibe zêdekirin jî, hê mijarekê hessas û tê nîqaşkirin e.