Li Misirê "Kampa Jinan" bi dawî bû

Jinên li kampa ku ji aliyê Weqfa Mafên Jinan a Parêzerên Jin ên Misrê ve li Îskenderiyê hat li dar xistin li hev civiyan, li dijî tundiya li ser jinan, plana çalakiyên 16 rojan derxistin.

ASMA FATHI

Qahîre – Kampa ku ji aliyê Weqfa Mafên Jinan a Parêzerên Jin ên Misrê ve li Îskenderiyeyê bi dirûşma “Amadekirina jinên pêşeng ji bo dadmendiyê û mafên tevahî jinan” hatibû li dar xistin, bi reze çareserî û pêşniyarên li dijî tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî bi dawî bû. Jinên ku beşdarî kampê bûn, nîqaşên ku nirxandine bi ajansa me re parve kirin.

Li dijî tundiyê rêbazên têkoşînê nîqaş kirin

Ji Weqfa Mafên Jinan a Parêzerên Jin ên Misrê Heba Adel da zanîn ku armanca sereke ya kampê li dijî tundiyê hilberîna pêşniyarên çareseriyê ye. Heba Adel wiha got: “Yek ji rojeva herî girîng a kampê, mijara tundiya li ser bingeha zayendiya civakê bû. Jin bi her cure tundiyê re rû bi rû ne, ji bilî vê tevî ku li welat sûcê jî hêj zarok keç tên sinetkirin. Me li kampê mijara tundî û sinetkirinê axivî û derbarê rêbazên têkoşînê de pêşniyarên çareseriyê dît. Di vê çarçoveyê de li dijî tundiyê kampanyayek 16 rojan bê meşandin û jinan der barê vê kampanyayê de pêşniyarên cuda kirin.

“Tê xwestin jin di nav çar dîwaran de bên heps kirin”

Heba Adel, diyar kir ku divê jinên ku rastî tundiyê tên re her cure piştgirî bidin jî girtine rojeva xwe, gotinên xwe wiha domand: “Li dijî tundiyê hevgirtina jinan girîng e. Me bi vê kampê re xwest hem têkiliya di navbera xwe de xurtir bikin û hem jî pirsgirêkên jinan biaxivin. Wek tê zanîn jin ji ber feraseta baviksalarî bi zextên civakî re rû bi rû ne. Bi taybeti di bin navê oleke de li ser jinan gelek ferzkirin tên pêkanîn. Jinên ku hewl didin ji hemû qadên jiyanê bên dûrxistin, dixwazin di nava çar dîwaran de heps bikin. Ji bo şikandina van hemûyan pêwîstiya me demek dirêj heye.”

“Divê cezayên li dijî tundiyê bên girankirin”

Asîstana Parlamentoyê, Endama Konseya Neteweyî ya Jinan û Direktora Îcrayê ya Weqfa Jinên Ereb û Afrîkayê René Wadih Najib jî diyar kir ku bi saya nîqaşên li kampê hatine meşandin gelek agahî bi dest xistine. René Wedîh Necîb destnîşan kir ku li kampê tercûme hatine axaftin û wiha got: “Dema min di Partiya Misirî yên Azad de wek sekretera jinan kar kir, bi Konseya Neteweyî ya Jinan re li dijî tundiya li ser jinan xebet da meşandin. Em çûn cem jinan û di van hevdîtinan de em rastî gelek bûyerên tundiyê hatin. Jinan bi taybetî bal kişandin ser di dozên êrişa zayendî de astengiyên qanûnî. Konseya Neteweyî ya Jinan li qadan xebatên xwe dimeşîne û her cure piştgiriyê dide jinan. Lê belê divê qanûnên heyî bi bandortir bin û cezayên li dijî tundiya li ser jinê bên girankirin. Ji bo vê jî pêwîsti xebateke hin zêdetir heye.”

“Divê rêbazên têkoşînê yên li ser bingeha tundiyê bên pêşxistin”

Yek ji xebatkara weqfa jinên parêzer, ji bo mafê jinên misrê parêzera cûdabûnê û endama konseya dewletê Aya Motamed di derbarê qampê de nirxandin kir. Aya Motemed ya anî ziman kamp gelek berhemdar derbas bû, parvekirina beşdaran ya tercûbeyên xwe gelekî bi qîmet e. Aya Motemed da zanîn ku tundiya li ser bingeha zayendiya civakî hatiye bi dest xistin û wiha axivî: “Me berê xwe da koka pirsgirêkên tê jiyîn û çareseriyan pêşniyar kir. Her jin ji eniya xwe tecrûbeyên xwe parve kirin û çavdêriyên xwe parve kirin. Tundiya li dijî jinê li hemû cîhanê heye û divê rêbazên têkoşînê yên hevpar bên pêşxistin. Pêwîstî bi guhertin û veguhertineke civakî heye."