Li Minbicê panela li ser mijara çareseriya pirsgirêkên Sûriyê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê têkildarî mijara çareseriya pirsgirêkên li tevahiya Sûriyê rudidin û rêyên çareseriyên panelek lidarxist.

Minbic – Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi boneya 11'emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê, bi dirûşma "Rastiya şoreşa Sûriyê û sedemên veguhertina dîmenê ji aloziya Sûriyê bo şerê Sûriyê" li bajarê Minbicê panelek li dar xist. Panela ku ji hemû beşên civakê beşdar bûn, li ser rastiya şoreşa Sûriyê, sedemên derbirîn û veguhertina qeyîranê û rêyên çareseriyê, bû.

 “Çareserî tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî dibe”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hind Daxistanî diyar kir ku bi aloziya Sûriyê re wan xwe di nava şer de dîtin û wiha domand: "Tiştê ku nehêla welat bi ser hev de bê destwerdanên dervebû. Hemû destwerdanên navneteweyî ji bo berjewendiyan bûn. Çareserî tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî dibe. Bi nêrîna hevpar a dûrî kuştin, wêrankirin û şeran dibe."

 “Rêveberiya Xweser yekane rêya çareseriya pirsgirêkan”

Hevseroka Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd jî da zanîn ku di panelê de çareseriyên qeyîrana Sûriyê hatine gotûbêjkirin û wiha lê zêde kir: "Bi boneya 11'emîn salvegera aloziya Sûriyê, me ev panel lidar xist û tê de me rastiya şoreşê nirxand. Hilbijartina çareseriyên leşkerî, ne pêkanîna lihevhatinên demokratîk ên ku daxwazên Sûriyê pêk tînin. Em teqez dikin ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastkirina projeya vê şoreşê bû û divê ev ezmûn ji bo pêkanîna demokrasî û jiyana hevbeş li hemû erdnîgariya Sûriyê were giştîkirin. Ji ber ku ew yekane çareserî ye ku dawî li zilm, destwerdana derve û dagirkeriyê tîne."