‘Li Mexrîbê li dijî zagonên cihêkariyê têkoşîn divê’

Parêzvana mafên jinan Samîra Bouhîa bal kişand ser têkoşîna hevpar û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û got ku li gor peyman û protokolên navneteweyî ên ji aliyê Mexrîbê ve hatine erêkirin ber çav were derbaskirin û banga tekoşîna hevpar kir.

HANAN HARET 

Mexrîb – Li Mexrîb li dijî destkeftiyên jinan ên ku bi tekoşînê hatine bi dest xistin bi taybet di van salê dawî de êriş pêk tên. Hewil tê dayîn ku destkeftiyên jinan bi hinek zagonan ji destê jinan bê girtin. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Rêyên Jinan Semîra Boheya difikire ku Zagonên Mexrîbê rêziknameyên ku destkeftiyên jinan bi dest xistine ji holê radikin.

Avakirina wekheviya zayendî

Semîra Boheya got: “Li Mxrîbê hemû tevgerên jinan dixwazin wekheviya zayendî pêk bê û hemû cihêkariyê red dike.” Semîra Boheya der barê nijarê de got ku hinek zagon hene mu bi salan nehatiye guhertin û ji ber vê yekê êdî yek ji wan jî ne derbasdar e û diyar kir ku ev zagonan nikare pêşketina jinên Mexrîbê bişopîne.

Semîra Boheya di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi makezagona ku di sala 2011’an de hat guhertin diviyabû hemû zagonên din berçav bihata derbaskirin û wiha pê de çû: “Hinek referansê zagonan ji guhertinên makzagona 2011’an cuda ye û wekheviya zayendî pêk nayne.”

Semîra Boheya diyar kir ku piştî makzagona 2011’an hinek zagon derketine lê ev zagonên paş ve çûne jî hene û wiha gotinê xwe domand: “Mînak zagona Pêşî Girtina Tundiya Li Dijî Jinê (hejmara 103-13) û zagona karkarê malê, divê metnên cihêkarî û pêkanînên desthilatdariya mêr were rakirin. Divê li gor makezagon û hevpeymana navneteweyî were kirin. Ji bo ku ev zagon bên guhertin divê îradeyek siyasî hebe.”

‘Hiqûqa malbata nû divê li gor wekheviya zayendî bê avakirin’

Semîra Boheya diyar kir ku der barê Hiquqa Malbatê de hinek guhertin di rojevê de ye û jin li benda vê guhertinê ne û wiha axivî: “Ger hiqûqa malbatê li gor wekheviya azayendî ava nebe, dê ji zagonên din ne cudatir be.” Semîra Boheya got ku zagona Hiquqa Malbatê ku di sala 2004’an de hat derxistin, gelek pirsgirêkên ku tevgera jinan balkişandin ser hebû. 

‘Divê zagona cezayê li gor hevpeymana navneteweyî be’

Semîra Boheya di berdewamiya axaftina xwe de bibîr xist ku Zagona Cezaya 1962’an zagona herî kevin a Mexrîbê ye û diyar kir ku di vê zagonê de gelek kêasî hene û wiha dirêjî da gotinê  xwe: “Her car guhertina vê zagonê, dibe sedem ku di reformê de hîn zêdetir nîzîkatiyên paşverû derkeve holê. Dabaşkirina zagonan di metnan de asayîbûyîn dernaxîne holê.”  

Semîra Boheya got ku divê zagona cezayê li gor hevpeymana navneteweyî û protokolan bê guhertin û wiha qal kir: “Civaka Mexrîbê her di nav guhartinê de ye. Sucên nû derdikevin holê, hinek ji wan tune dibin. Ji ber vê yekê divê mafê jinan û zagona cezayan jî ber çav bê derbaskirin.”

Zagona pêşîgirtina tundiya li ser jinan

Semîra Boheya behsa Zagona pêşî li tundiya jinê girtinê kir û got: “Ev zagon di pêşî li tundiya jinê girtinê de ne serkeftî bû. Ev rewş di aliyê sîstema tendirûstiya civakê û xizmeta alîkariya civakî de barek giran dide avakirin.”

Semîra Boheya diyar kir ku dfi rewşa jinan de paşketinên mezin tê jiyîn û wiha got: “Daneyên ji aliyê saziyên netewî tên parvekirin nîşan didin ku jin di aliyê tevlîbûna borî û rewşa wan a civakî de paşketinên mezin dijîn.” Semîra Boheya diyar kir ku jin hîn zêdetir bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Binpêkirinên mezin, girtinên siyasî, kerasetên xwezayî û belavbûna nexweşiyan dibe sedem ku jin hîn zêdetir berdalan bidin û êşan bikşînin.”  

Banga têkoşîna hevpar

Semîra Boheya banga têkoşîneke hevpar a di navbera tevgerên jinan û partiyên siyasî de kir da ku ji aliyekî ve wekheviya zayendî pêk were û ji bo piraniya jinên ku îro di aboriya welat de kedkar û aktîvîst in, edaletê pêk bînin.