Li Mexribê jinên extiyar bêparastin in

Li Mexribê jinên extiyar, li gorî mêran rewşeke hin zêdetir bê parastînin. Jinên extiyar ji bilî kêm tevlîbûna jiyana kar, bi nexweşiyên kronîk re rû bi rû ne.

Mexrib- Komisyona Bilind a Plansaziyê ya Mexribê, di çarçoveya 1'ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Kal û pîran de, der barê rewşa kal û pîran bi taybetî jinên extiyar yên li Mexribê de statîstîk weşand. Komîsyona Bilind a Plansaziyê ya Mexribê diyar kir ku di navbera salên 1970 û 2022’an de li Mexribê hejmara kal û pîran bi derbasbûna ji sedî 1,7 ya nifûsa giştî ya welat, salê bi zêdebûna ji sedî 2,8’an ji mîlyonek gihîşt 4,5 mîlyon.

Komîsyonê bal kişand ku heta sala 2050'î ev hejmar salane bi zêdebûna ji sedî 2,9 dê bigihêje 10 mîlyon. Komîsyona ku diyar kir di sala 2022'an de hejmara jinên extiyar li gorî zayendê 2,3 mîlyon e,  ango ji mêran 100 hezar zêdetir e û ev hejmar di sala 2050'î de dê bigîhijê 5,4 mîlyon, ango ji mêran 770 hezar derbas bibe.

Nikarin beşdarî jiyana kar bibin

Komîsyonê diyar kir ku jin di astek hin kêmtir dikarin beşdarî jiyana kar bibin û li dijî nexweşiyên kronîk bêparastîn in. Komîsyonê bal lê kişand ku di sala 2021’an de ji sedî 9,4 mêran li gor ji sedî 38,4’ê mêran, ji ber kêmbûna entegreya piyasaya hêza kar ango qet nebûna wê, weke alîkariya malbatê û piranî jî piştî mêyzekirina zarokan karibûne kar bibînin.

Ji 10 jinan 9 xwendin û nivîsandin nizanin

Di qada tenduristiyê de, ji du-sêyan hin zêdetir (73,3%) jinên extiyar, herî kêm nexweşiyek kronîk dijîn û di mêran de jî ew rejê sedî 55,5’e.Li gorî komîsyonê, ji deh jinan neh jinên extiyar xwendin û nivîsandin nizanin. Hat diyarkirin ku ev girêdayîbûna bi malbatê jî bûye sedem ku jinên extiyar di hin rewşan de rastî tundiyê werin. Li gorî lêkolinên neteweyî ya sala 2019’an a li ser tundiya li dijî jinan, ji her sê jinên extiyar yek rastî tundiyê tên.