Li Mexrîbê jin bi xebatên xwe li dijî tundiya aborî têdikoşin

Jinên Mexrîbî bi semînera hişyariyê, bal kişandin ser giringiya serxwebûna aborî ya jinên Mexrîbê di her qadê de. Jinan anîn ziman ku ew bi projeya ‘Esha’ baoriya xwe ya serbixwe bidest dixin û li dijî tundiya aborî ya li ser jinan têdikoşin.

HANAN HART

Mexrîb – Bi hevkariya Weqfa Tahar Sebtî û weqfa Drosos 20’ê Mijdarê bi armanca ji bo jinên Mexrîbê kêrehatiyên xwe pêşbixin û bibin xwedî aboriya serbixwe û pêşxistina azadiya kesî û pîşeyî  dest bi projeya ‘Esha’ kir.

Proje bal dikşîne ser tundiya aborî ya li ser jinan

Rêvebera giştî ya Weqfa Tahar Sebti, Souad Tawoussî anî ziman ku projeya Esha di çarçoveya projeyên perwerdeya weqfê û perwerdeya pîşeyên şêwirmendiyê cih digre û wiha got: “Ev proje ji bo jin bikarin kêrahtiyên xwe yên kesî û civakî pêşbixin, serxwebûnan aborî û firsendên di karan de bi dest bixin e. Ji bo jin û zarokên keç bikevin ferqa kêrhatiyên xwe û pêkanîna pêşxistina kêrhatiyên xwe  divê perwerdeyên pîşeyî bigrin. Ger em bixwazin pêşxistinê bi destbixin perwerdeyên pîşeyî û giring in û pêwîst e. Pêşxistina vê projeyê di dema nêzbûna toja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de girîng e. Ev proje bal dikêşe ser her cûrê tundiyê û tundiya aborî. Tevî nayê dîtin jî ‘ji sedî 17 û 25’ê jin mexdûrên tundiya aborî ne.”

Dê proje sê salan bidome

Berpirsa projeya Esha Dalîla Mouda da zanîn ku proje projeyek ku hedef dike 135 jinên ji komê hesas li Kazalanka bi hêz bike û wê projeya Esha wê sê salan bidome û hedef dike xwe bigihîne hemû civakê û wiha got: “Proje di civaka Mexrîbê de bi taybet derbarê mezinbûna demografya de, weke bersîva li beramberî rêze guherînan derketiye holê. Li Mexrîbê rêjeya pîrbûnê bi lez zêde dibe,  li gora îstatîstîkên 2004’an serê malbatê sê pîr digihanê, îra serê malbatê 4 pîr digihe. Nufusa Mexrîbê ji sedan 20 pêktê ji sedî 73’ê jinan bêkar in. Projeya Esha, wek bersivek ku pîşeyî me xwestî bibe zagon derketiye holê. Ji bo jin di civakê de di navendên biryardanê de cih bigrin firsendek e û nifûsa Kazablank ya Mexrîbê jin sedî 20’an pêk tê.”