Li Mexribê jin berê xwe didin werzîşên çiyayî
Jinên ku li Mexribê berê xwe didin werzîşên çiyayî destnîşan kirin ku ev werzîş bi qasî ku ji bo tendirustiya bedenî gelek bi sûd e jî, di heman demê de ji bo wan bûye riya rizgariya ji aloziyên rojane û zextên jiyanê.
RECA XEYRET
Mexrib – Gelek jinên Mexribê yên ji her temenî, çînên civakî û pîşeyî dest bi spora çiyê kirine wekî çalakiyek ku wan ji bar û pirsgirêkên jiyana rojane azad dike, pênase dikin. Jin ji bo tenduristiya bedenî û rigzariya ji alozî û zextên ku pê re rû bi rû tên berê xwe didin werzîşên çiyayî.
'Werzîşa çiyayî mirovan ji zextên jiyanê rizgar dike'
Sekreterê Giştî yê Klûba Skî û Sporên Çiya ya Atlas Marakaş Ayşe Dehlan got: "Lîstikên çiyayî destpêkê tenê hobî bû, dûv re ev werzîş ji bo min veguherî çalakiyek mayînde. Qeşaya paşîn di jiyana malbata min de çalakiyek birêkûpêk bû. Sê kurên min bûne şampiyonên qeşaya paşîn. Her wiha ew beşdarî şampiyoniyên netewî bûne û xelat bi dest xistine. Ez nikarim bê werzîşên çiyayî bijîm. Di her rêwîtiyekê de tevî jinên ku beşdar dibin ew organîze dike û tiştên nû fêr dibin. Di rêwîtiya min ya lûtkeya Kilimanjaro de girîngitirîn rêwîtî û tecrubeyên min di jiyanê de bû. Di demê bê de ez ê derbasî gelek lûtkeyên din di cîhanê de jî bibim. Werzîşa çiyayî çand û cîhaneke berfireh e ku mirov nikare ji bin destê wê rizgar bibe. Bi taybet ji bo jinên ku dixwazin ji zextên malbatî û jiyanî xwe rizgar bikin divê werzîşa çiyayî ji xwe re hilbijêrin."
'Çûyîna ser çiyê hestek cuda dide'
Endama Klûba Skî û Sporên Çiyayî Zakiya Hicûbî diyar kir ku lîstikên çiyayî him ji aliyê derûnî û him ji aliyê bedenî ve bandoreke mezin li jiyana wê kir û wiha got: "Ev werzîş gelek bandorên erênî li jiyana min kir, di heman demê de ew hêşt ji stres û fikaran xilas bibim. Ev werzîş hemû enerjiyên neyinî ku ji ber zextên jiyanê me komkiriye, vala dike. Çûyîna serê çiya hestek cuda dide mirovan ku bi hêz û îrade bibe. Asta mirov bi xwebawerî bilind dike, her wiha hêzê dide mirovan. Destpêkê malbata in nedixwest fêrî vê werzîşê bibim. Lê bi îsrar min ew dewamkir û piştî ku dîtin ev werzîş bandorek erênî ser jiyana min ava dike piştevaniya min kirin. Ez çûme gelek lûtkeyên Mexiribê wek lûtkeya Tobal, Sirwa, Boylan û herî dawî hilkişîm ser çiyayê Kilimanjaro."
'Ji bo tendirustiya bedenî gelek bi sûd e'
Hesabkar Malîke El Ziwêrîn destnîşan kir ku werzîşa çiyayî ne tenê hobî ye û wiha axivî: "Ew rêyek ji bo derbaskirina tirsê û fêrbûna dijwariyê ye. Jinên ku fêrî vê werzîşê bibin ew hêza bedenî û derûnî bi dest dixin. Bi taybetî piştî hilkişîna ser lûtkeyê. Tevî ku hilkişîna ser çiyê xeter e jî, lê dîsa ew gelek xweş e tê de mirov fêrî dijawriya jiyanê dibe. Gihîştina lûtkeya çiyê mirovan motîve dike ku bikeve nav serpêhatiyek nû. Ew werzîşek ji bo tendirustiya bedenî gelek bi sûd e."