Li Mexribê çalakiyên ciwanan berfireh dibin
Li gelek deverên Mexribê, bi sedan ciwan sê roj in xwepêşandanan didomînin. Ev xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin û belavkirin û bi dehan beşdar hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera “Nifşê Z 212” daxwaza baştirkirina kalîteya perwerdeyê û tenduristiyê dike, her wiha têkoşîna li dijî gendeliyê. Hêzên ewlehiyê destwerdan kirin û xwepêşandan belav kirin, ku di encamê de çend çalakvan hatin binçavkirin.
Di sê rojên dawî de, bi sedan ciwan li bajarên cûda yên Marokoyê, wekî Casablanka, Rabat, Merakeş, Fes, El-Cedîde, Tanca, Agadîr, Tetwan, Wecde û Nadorê, xwepêşandanan lidar xistin. Ev tevger piştî bangewaziyên roja Şemî û Yekşemê yên ji bo lidarxistina xwepêşandanan dest pê kirin.
Şeva Duşemê, 29’ê Îlonê, hêzên ewlehiyê yên Marokoyê rê neda lidarxistina xwepêşandanan, ku ji aliyê tevgera “Nifşê Z 212” ve ku ciwanên ji sala 1997 heta 2012’an jidayikbûyî di nav de ne, hatibûn organîzekirin.
Ev tevger dawiya hefteyê li ser banga “Nifşê Z 212” dest pê kir, ku ev însiyatîfek ciwanî ye û di demeke kurt de li ser platforma civakî “Discord” bi hezaran endam berhev kiriye. Nîqaşên di nav vê komê de li ser mijarên bingehîn ên wekî perwerde, tenduristî û derfetên karî ne û organîzatoran tekezî li ser xwezaya aştiyane ya xwepêşandanan kirine.
Ji ciwanan banga bêşîdetî
Hin posterên dîjîtal ev tevger wek “Meşa Ciwanên Mexribê” binav kirin. Organîzatoran tekezî li ser prensîba bêşîdetiyê kirin û bi tundî her cure “şîdet, wêrankirin an êrîş” red kirin. Wan bang li beşdaran kirin ku bi rêzdarî li hember welatiyan û hêzên ewlehiyê tevbigerin û bi “nazikiya xwepêşandana şaristanî” tevbigerin.