Li Mexribê bi Tora Xwendinê ciwan teşwîqê xwendina pirtûkan dibin
Li Mexribê bi Tora Xwendinê armanc ew ku ciwan teşwîqê xwendina pirtûkan bibin, çavkaniyên xwe yên şexsî û civakî bixin meriyetê, di warê mirovan û rewşa aborî de pêşketina civakî çêbibe.
RACA XEYRAT
Mexrib – Tora Xwendinê ya li Mexribê hewldanek e û ciwanan teşwîqe xwendinê dike. Li mexribê tevî ku ji ber sedemên cuda rêjeya xwendinê kêm e jî; vê hewldanê 11 sal in bi xebatên xwe rêjeya xwendinê zêde dike.
Endama Oîfas Neteweyî ya Tora Xwendinê ya li Mexribê Neciye Muxtarî, diyar dike "Tora Xwendinê ya li Mexribê” di Kanûna 2013'an de hatiye avakirin û armanca wê ya sereke ew e di navbera gelê Mexribê de xwendinê bike hînbûneke rojane. Neciye Muxtarî dibêje ku di vê çarçoveyê de tor, hewl dide her kesê teşwîqê xwendinê bike, hemû derfetên şexsî, civakî û sazîbûnê seferber dike, armanc dike ku stratejiya xwendinê di nava gel de zêde bike.
Bernameya "Karwanê Xwendinê"
Bi taybetî ji ber ku li herêmên gundewar pirtûkxaneyanên dibistanan û saziyên perwerdeyê tunene û pêdiviya bi pirtûkan zêde ye, torê bi navê “Karwanên Xwendin” dest bi bernameyek kir. Vê hewldanê, hem ji bo pirtûkxaneyên polan ên hinek saziyên perwerdeyê pirtûkan dide, hem jî bi atolyeyên xwendinê xwendekaran teşwîqê pêşbaziya xwendina neteweyî dike.
Neciye Muxtarî, diyar dike ku Tora Xwendinê ya li Mexribê, perçeyek ji hêzên ku piştgiriyê didin civaka sivîl ji bo tevli xebatên giştî bibe û li tevahiya welat bingeha zanîna xwendinê ava kirine. Her wiha balê dikşîne ku xwendin, di warê şexsî û civakî de mirov teşwîqê pêşketinê dike.
Di nava ciwanan de xebatên ji bo belavkirina çanda xwendinê
Neciye Muxtarî, dide zanîn ku tor, ji bo hînbûna xwendinê bi gelek kesan re çêbike, stratejiyên cuda pêk tîne û li ser wê esasê, di warê xwendinê de behremendiya wan a pêşengiyê bi pêş dixe. Her wiha ji bo li ser xwendinê lêkolîn û weşan çêbibin, xebatên xwe didomînin. Neciye Muxtarî wiha dibêje: “Di heman demê de em bi awayê çalak tevli bernameyên xwendinê yên li Mexribê tên lidarxistin dibin û di çarçoveya pêşbaziyên Projeya Xwendina Neteweyî de em layiqê xelata “Saziya ku ronî dike” hatin dîtin.”
Muxtarî diyar dike ku ev xebat wisa hêsan nîn in û wiha didomîne:
"Tor, ji bo ku her kes li cihê lê ye, bikaribe tevli tora xwendinê bibe, stratejiyên berfireh bi pêş xist. Bi rêbazên weke; lidarxistina atolyeyên xwendinê, gihîştandina pirtûkan ji bo xwendevanan, lêdarxistina pêşbirkan, di fıarên navneteweyî de xelatkirina kesên serkeftî, em mirovan teşwîqê çanda xwendinê dikin. Di heman demê de em ji bo xwendevanan, di astên xwendinê yên cuda de rehberiyê dikin û em wan hînî rexneya xwendinê dikin, wan digihîjînin ğirtûkên cur be cur."
Kulubên xwendinê û bernameyên ji bo teşwîqkirina ciwanan
Li Mexribê Tora Xwendinê, ji bo avakirina kulubên xwendinê pitgiriyê dide û ji bo xebatên wan kuluban rehberiyê dike. Ev xebat, bi navbeynkariya saziyên torê yên li herêmên cuda, saziyên perwerdeyê, navendên ciwanan, navendên çandê û şaxên li yurdên xwendekaran tên kirin.
Tor ji bo ciwanan teşwîqê xwendinê bike bernameyên cur be cur pêşkêş dike. Hinek ji wan: Xelata Xwendina Neteweyî ye ku pêşbirkek ku xwendekarên di hemû astan de armanc digre, Kulubên Xwendinê ya ku ciwanan teşwîqê çalakiyên xwendina pirtûkan dikin, Xelata Muhammed Zefzafe ya ku vîdyoya pirtûka herî baş û bi qeyda deng tê lidarxistin û xelata nivîskarên ciwan ên wêjeya zarokan a ku bernameya xelatê ya balê dikşîne ser kêmasiya nivîskî ya di wêjeya zarokan de nivîskaran teşwîq dike.
Derxistina pêş a nasnameya Mexribê û di serdema dîjîtal de xwendin
Tor, nivîsên ciwanan ên wêjeya herêmî, roman, çîrok, pexşan û helbestan dinirxîne, hewl dide wan hînî hilbijartina berhema herî baş bike.
Naciye Muxtarî, li ser bandora teknolojiya dîjîtal a li ser xwendinê diyar dike ku divê serdema dîjîtal li ser çanda xwendinê bandora neyînî çêneke, dijberî wê ger bi zanabûn were bikaranîn, dikare bibe derfeta gihîştina agahiyan û wiha bi dawî dike: "Amûrên dîjîtal çanda xwendinê asteng nakin lê bi teşwîqkirina rast û rehberiyê bi awayê bi sûdwartir dikare werin bikaranîn. Ji bo ku em xwendekar bikaribin teknolojiya dîjîtal bi zanebûn bi kar bînin, em xebatên xwe didomînin.”