Li Mexribê banga ji bo cî bi cî kirina qanûna li dijî bazarganiya mirovan

Mamosteyên zanîngehan, parêzvanên mafê mirovan û Serdozgerê Giştî yê Mexribê, banga pêkanîna yasaya têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan û baldariyeke taybet ji bo parastina mexdûran kirin.

Mexrib - Bazirganiya mirovan sûcekî pir girane û mezine ku bandorek neyînî li mexdûrên bazirganiya mirovan dike. Ev bandor ne tenê li wan dike, di heman demê de bandorek pir mezin li ser giştî civakê jî dike. Ji ber xeteriya vêyekê Mamosteyên zanîngehan û parêzvanên mafê mirovan li gel Serdozgerê Giştî yê Mexribê, banga pêkanîna yasaya têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan û baldariyeke taybet ji bo parastina mexdûran kirin.

Mamosteyên zanîngehan û parêzvanên mafên mirovan 28'ê Adarê di forûmeke ku bi pêşengiya Komîteya Herêmî ya Mafên Mirovan li bajarê El-Dar El-Beyda bi hevkariya Zanîngeha Hesen El-Sanî hatibû lidarxistin, li ser mijara şantaja cinsî nîqaş kirin. Mamostayan diyar kirin ku ev kombûn derfetek e ji bo beşdarkirina saziyên zanîngehan di gotûbêja li ser diyardeya şîdeta li ser bingeha zayendî û bilindkirina hişyariyê li ser belavbûn û metirsiya vê diyardeyê ku pir caran dighêje asta tawanên bazirganiya mirovan ku ev yek jî binpêkirineke metirsîdar û cidî ye ji bo mafê jin û keçên ciwan.

“Ne tenê jin civak giştî mexdurê tundutujiyê ne”

Seroka Meclisa Niştîmanî a Mafên Mirov Amina Boayaş jî got ku bihêzkirina tedbîrên xwerêvebirinê dê li pêşiya destdirêjî û tacîza zayendî bibe asteng, da ku zanîngeh ji qada zanistî û zanînê venegere qada şîdeta li ser bingeha zayendî û bazirganiya mirovan û wiha pêde çû: "Ji Mijdara 2021'an ve, meclîsê dest bi kampanyayek niştimanî kiriye ku dê heyanî mijdara 2022'an bidome. Ji bo astengkirina tundûtûjiya li dijî jin û keçên ciwan. Ji ber ku ev diyarde ji bo mafê mirovan binpêkirineke, mexdûrê tundûtûjiyê ne jin tenê ne lê civak bi giştî ye. Li gorî daneyên ku di rapora cîhanî ya bazirganiya mirovan a sala 2020'an de ku rêjeya îstîsmara zayendî gihiştiye ji sedî 50'î ji tevaya tawanên bazirganiya mirovan û li kêleka vê yekê jî rêjeya îstismarkirina di kar û xebat de ji sedî 37 zêdebûye.” Amina Boayaş di dawiyê de banga rû bi rûbûna van diyardeyan kir.

Di Forûmê de yasaya tundiya li ser jinan û bêceza hêlana sûcdaran hatin nîqaş kirin   

Forûmê bi nirxandina çarçoveya qanûnî ya heyî a li dijî tundiya li ser jinê, derfet da ku rewşa heyî ya diyardeya îstîsmara zayendî were nirxandin, bi taybetî zagona tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê, zagona tekoşîna li dijî bazirganiya mirovan û qanûna cezayê, her wiha bal kişand ser pêwîstiya bidawîkirina bêcazakirinê.

Di formê de nîqaş li ser pêşkeftinên li Mexribê di warê yasayî de ku hîn pir kêm e, ji ber hejmarek kêşeyên ku rû birûyê cibicîkirina yasayên têkildarî tundiya li dijî jinan û bazirganiya mirovan, pêş ketin. Her wiha Meclîsa Niştimanî a mafê mirovan bal kişand serwê yekê ku di qanûna 14'an û 27'an a girêdayî tekoşîna li dijî bazirganiya mirovan, kêmanî hene û bang li beşdaran kir ku ji bo mexdûran zêdetir piştgirî, hevkarî û parastinê bikin.

Hêjayî gotinêye ku ev forum di çarçoveya rêze foruman de ku ji Mijdara 2021'an ve ji hêla komîteyên cihêreng ên mafê mirovan ve, bi hevkariya zanîngehên Mexribê bi mebesta organîzekirina civînan di dawiya sala 2022'an de, ji bo hişyarkirina mexdûran da ku hemû cûreyên tundiya li dijî jinan, bazirganiya mirovan û bêcezabûna sûcdar şermezar bikin, hatiye organîzekirin.