Li Mexmûrê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Pîrozbahiya 8’ê Adarê li wargeha penaberan a Mexmûrê bi coşek mezin destpê kir.

Mexmûr- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê, ji 1’ê mehê ve jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser linganin û rêzeçalakiyan li dardixin. îro roja 8’ê Adarê tevayî jinên Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên kurdî bi coşek mezin berê xwe dan qada şahiyê û şahiyek bi heybet destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giringiya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen axivî.

Pakîstan Bîlen da zanîn ku ji çalakiyên 8’ê Adarê diyare dê jin rengê xwe bidin pêşketinên salê û got: “Em destpêkê 8’ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, hemû jinên têkoşer yên ku îro li çeperan têdikoşin, hemû jinên Kurd û hemû jinên Mexmûrê pîroz dikîn. Em di rojên dîrokê re derbaz dibin, bi destpêkirna biharê re me weke gelê Kurd serketina xwe îlan kiriye. Ev ji bi saya felsfeya Rêbertiya me, keç û xortên Kurdistanê ye. Gelê kurd gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin minaka vê Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Şengal û Mexmûrê ye. Ji ber vê jî dewleta Tirk her roj êrîşî gelê Kurd dike, ji ber ku dewleta Tirk serketina Kurdan hezim nake. Divê em weke gelê Kurd vê yekê baş bizanin. Wê dijmin li beramberî berxwedana me binbikeve û wê serkeftin bibe ya gelê Kurd. Sedsala 21’an sedsala jinê ye ji ber wê hertim jin rastî êrîşan tên. Divê em li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derkevin, em weke jin û civak rêxistina xwe çêbikin. Teqez emê serbikevin.”

Pîştî axaftinan Koma Şehîd Delîl derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Piştî koma Şehîd Delîla, koma govendê ya Kevana Zêrîn derket ser dikê û şahî bi hemû coşa xwe berdewame.

Di rêza bernameyê de wê koma Şanoyê ya Kevana Zêrîn a bi navê Jinin Jiyanin derkeve ser dikê û wê hunermend Nuarin jî şahiyê bibe.