Projeya Kefaf ji bo piştevaniya jinên Cezayîrê ye
Komeleya Nûr a Jin û Zarokan a Cezayîrê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ji bo destekdayîna jinên Cezayîrê bi taybetî jinên ku li malê dimînin, dest bi projeya "Kefaf" kir.
RABIA XERÎS
Cezayîr- Komeleya Nûr a Jin û Zarokan a Cezayîrê bi armanca peydakirina derfetên kar ji jinên li malê dimînin re projeya "kefaf" da destpêkirin. Seroka Komeleya Nûr a Jin û Zarokan Delîla Hisên di çarçoveya pêşangeha ku bi boneya Roja Jinên Cîhanê, li Bab El Wadî ya Cezayîrê hat lidarxistin, ji ajansa me re eşkere kir ku projeya "kefaf" balê dikşîne ser wê yekê ku jin çawa ji rêhevaliyê derbasî xwerêveberî û pîşeyî bûne.
Ji bo derfetên xebatê ji jinên malan re çêbibin dest bi projeyê kirin
Delîla Hisên diyar kir ku projeya "Kefaf" di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi awayekî fermî dest pê kiriye, armanca vê projeyê hişyarkirina jinên Cezayîrî di warê girîngiya tevlibûna wan di warê aborî de ye ku jin xwe ji daxwaza alîkariyê dûr bixin û xwe bispêrin hêza xwe ye. Her wiha Delîla Hisên bi lêv kir ku komeleya wê di van salên dawî de dest bi hemû hêza xwe ya piştgiriya jinên ku li malê dimînin û derfetê xebatê ji bo bihêzkirina rewşa aborî nabînin, kiriye.
Armanc bi projeyê ew e ku berhemên jinan werin pêşkêşkirin
Pêşangeha ku bi boneya Roja Jinên Cîhanê hat organîzekirin, armanca wê ew bû ku jinên xwedî pîşeyên curbecur in ku bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane bide pêş û berhemên wan pêşkêş bike.
Li kêleka pêşangehê jî komxebatên li ser diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan hatin lidarxistin û pêwîstiya berçavgirtina hin bendên qanûnî yên girêdayî parastina jinan da ku mafên wan neyên binpêkirin û bi aramî bijîn ji ber ku diyardeya tundiya li dijî jinan di nava civaka Cezayîrê de pir bi pêş ketiye.