Li Mexmûrê pêşbirkên gelêrî hatin lîstin

Bi pêşengtiya Tevgera TEV-ÇAND û Tevgera Ciwanan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) pêşbirkên gelêrî hatin lîstin.

Mexmûr – Bi dirûşmeya ‘Çanda me hebûna me ye, werin em çanda xwe bijîn’ Tevgera TEV-ÇAND û Tevgera Ciwanan a wargeha penaberan a Mexmûrê pêşbirkên gelêrî lidarxistin. Pêşbirkên ku wê du şevan berdewam bike, duh şev li Parka Şehîd Aryen Cudî hat destpêkirin.

Beriya ku pêşbirk werin lîstin ji bo tevayî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser armanca lidarxistina pêşbirkan berdevkê Tevgera Ciwanan Sîpan Yaman axivî.

‘Em ê çanda xwe ya kevnar bidomînin’

Sîpan Yaman diyar kir ku li hember êrişên li ser çand û hunera gelê Kurd ewê xwedî li çanda xwe derbikevin û got: “Li hember ewqas êrişên li ser çand û hunera me, emê bi pêşkêşkirina pêşbirkên xwe yên gelêrî çanda xwe ya kevnar bidomînin. Em hemu şehîdên şoreşê, bi taybet şehîd Hozan Mizgîn û şehîdên meha Gulanê bibîrtînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Em dibêjin wê soza me hertim bilindkirina ala wan û têkoşîna wan be. Emê hertim şopdarê riya wan bin, heta ku em Rêberê xwe azad dikin û serkeftinê bi destdixin.”

Piştî axaftinê bi coşeke mezin pêşbirkên gelêrî yên şelîtkêşan û birre hatin lîstin.

Piştî pêşbirkan kesên ku di pêşbirkan de biserketine diyariyên xwe wergirtin. Her wiha wê îşev jî pêşbirkên şek û pil, mendîl, kêlanê û hovegirînê bêne lîstin.