Li Mexmûrê li ser 8’ê Adarê semîner hat dayîn

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) semîner hat dayîn û belavok hatin belavkirin.

Mexmûr - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê semîner ji bo jinên wargehê hat dayîn. Semîner li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî giyanê pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Îştar Xantûr Kara axivî.

‘Bi têkoşînek mezin û giranbiha ev roj hat fermî kirin’

Xantûr Kara diyar kir ku di encama berdêlên mezin de roja 8’ê Adarê hatiye bidestxistin û wiha got: “Ger em li dîroka 8’ê Adarê temaşe bikin wê mirov girîngî û wateya wê jî bibîne. Em dizanin di berdêla 8’ê Adarê de gelek jinên têkoşervan, zana û bedew gihiştine mertebeya şehadetê. Herçiqas ji bo ev roj were jiyanî kirin ewqas jin gihiştine şehadetê, bi têkoşînek mezin û giranbiha ev roj hat fermî kirin û seranserî cîhanê tê pîroz kirin. Em 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşervan ku îro li herêmêm parastina medya têkoşînek bê hempa didin meşandin û li beramberî her cure êrişên teknîkê şer dikin pîroz dikin. Herwiha li jinên enternasyonalîst ku hem li welat hem jî ji dervey welat xebat didin meşandin jî 8’ê Adarê pîroz dikin.”

‘Wê her roj roja têkoşîn û berxwedanê be’

Xantûr Kara da diyarkirin ku wê li beramberî zîhniyeta paşverû û desthilatdar ji bo jinan her roj roja têkoşînê be û got:Bê guman wek jin em têkoşîn û berxwedana xwe di rojên wek 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de sînordar nakin. Ji ber ku rojane yên dinava civakê de têne qetilkirin û destdirêjî li ser tê kirin jin in. Ji bo wê divê di salakê de hemu rojên me rojên berxwedan û têkoşînê bin. Wê demê em dikarin bivî rêbazê berxwedana xwe li beramberî desthilatdariya zilam an jî ya dewletê ku li ser jinê dide ferzkirin, serkeftina xwe mîsoger bikin. Herwiha li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo em bikarin jina azad û civaka azad bidin avakirin. Wê xeta me ya sereke ew be ku li ser esasê rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê ku Rêber Apo di 8’ê Adarê de diyarî me jinan kirî xwe rêxistin û azad kirin be.”

Her wiha ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê ve li her çar semtên wargehê belavokên pîrozbahiya 8’ê Adarê hatin belavkirin.