Li Mexmûrê ji komek stîlîstên Îtalî belgefîlm
Endamê Koma stîlîst a Îtalî ya ku piştî bi Weqfa Jinan a Wargeha Penaberan a Mêxmûrê re têkilî danî hat wargehê, diyar kir ku hatina wargehê ji bo wan xewnek bûye.

Asya Denîz
Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, Weqfa Jinan di bin sîwana Meclîsa Îştar de ji bo ku jin bibe xwedî hêz û bawerî, bi salan e ku bi kar û xebatên xwe projeyên cuda bipêş dixe. Li Mexmûrê digel pênaberî û ambargoya zor û zehmet jî jin, bi vîn û kedeke mezin ji hemû xebatê ku li wargehê tê meşandin re pêşengiyê dike, dîsa ji bo danasîn û parastina çanda Kurdî jî projeyên cûda bipêş dixe.
Weqfa Jinan a Mexmûrê ji bo çanda Kurdî bide naskirin bi komeke stîlîst a Îtalî re têkiliyên girîng ava kir. Koma stîlîst a Îtalî jî ji bo gelên nebûne dewlet û çanda xwe bi awayekî xwezayî parastîne, ji bo cil û bergên van neteweyan bide naskirin, li ser xebateke belgefîlm kar dike. Koma stîlîst a Îtalî li ser vê armancê bere xwe da Mexmûrê û ji bo amadekirina belgefilma xwe bi Weqfa Jinê re li ser cil û berg û amûrên çanda Kurdî têkiliyên xurt ava kir.
Endamên vê koma stîlîst a Îtalî ya ku ji bo amadekirina belgefîlmek berê xwe dane wargeha Mexmûrê ji ajansa me re li ser projeya xwe axivîn.
Sandra Da Lîo ya 66 salî ya îtalî, diyar kir ku ji ber temenê xwe êdî naxebite û wiha got: “Ji ber ku êdî pîr im, naxebitim. Lê min berê li Zanîngeha Venedîkê wekî hesabgir kar dikir. Sedema yekem a hatina min a vir meraq bû; min û hevjînê xwe gelek tişt li ser zehmetiyên berê û yên niha yên ku gelê Kurd pê re rû bi rû mane bihîstin. Me xwest ku em rastiya we, çanda we û welatê we çêtir nas bikin.”
‘Ev cil û berg li Îtalyayê tên pêşandan’
Sandra da zanîn ku sedema duyemîn hevalek wan ê dîzayner û derhênerê fîlman e. Sandra got ku ev heval dema ku li çaraliyê cîhanê digere wan bi xwe re dibe û ev agahî dan: “Di rêwîtiyên xwe de, ew li cilên kevneşopî û qumaşên xwezayî digere, ji bo sêwiranên nû îlhamê digre. Li her welatekî ku em serdana wê dikin, agahdariyan li ser çand û mirovên li wir berhev dike, piştre bi terziyên herêmî re hevkariyê dike da ku cilên bi îlhama herêmî biafirîne. Dema ku em vedigerin Îtalyayê, ev cil û berg di pêşangehên hunerî de têne pêşandan, ku dihêle ku mirov çandên gelên cûda bi riya cilên kevneşopî û dîzaynên bi encam biceribînin.”
‘Hebûna min a li vir, bi salan xewnek bû‘
Roberto Scappaticcio ku dîzaynerê modayê û damezrînerê projeya "WestemMundi" ye jî, diyar kir ku li cîhanê digere, ji cilên kevneşopî yên xelkê îlham digre, wan bi ramanên xwe re tevlihev dike da ku dîzaynên nû biafirîne. Roberto wiha got: “Li her welatekî ku ez serdana wê dikim, ez li terzî û qumaşên xwezayî yên kevneşopî yên herêmî digerim û projeya min bi vî rengî dest pê kir. Hebûna min a li vir, bi salan xewnek bû. Min demek dirêj dixwest serdana Kurdistanê bikim. Du sal berê, min bi Sara re têkilî danî û îro li vir im. Min li vir mirovên xweşik, comerd û meraqdar dîtin; Ez vê yekê wekî bingeha pêşketina xwe dibînim. Ji bo min, ku kesek ji civaka we yek ji dîzaynên min li xwe bike danûstandinek çandî ya ecêb e. Ji ber ku ev dihêle ku ez hunerên destan ên herêmî fêr bibim û wan bi yên ku min li welatên din dîtine re bidim ber hev.”
‘Berê, li cem Êzîdî û Asûriyan bûm‘
Roberto da zanîn ku ji destpêka projeya xwe heta niha, li Okyanûsa Hindî, daristanên Amazonê yên bi gelên xwecihî, çiyayên Hîmalaya û dayîkên ku li wir têl dirûtin, dîtine û wiha got: “Piştre ez hatim vir da ku civaka Kurd biceribînim. Berê, li cem Êzîdî û Asûriyan bûm. Ev hemû rêwîtî dema ku ez vedigerim malê, min difikirîne: Em çawa dikarin çêtir bin? Ez dizanim ku Îngilîziya min ne tekûz e, lê ez hewl didim rave bikim ka çima li vir im. Tiştê ku ji bo min girîng e, hevdîtina bi çandên cûda re, fêrbûna ji wan, parvekirina ezmûnan û kirina van hemûyan ji bo misogerkirina hevjiyana aştiyane ye.”