Çalakvanên Mexmûrê: Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Jinên ciwan ên ku di Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de ne gotin, “Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”

Mexmûr - 25 sal in li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “disiplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku bi salane ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne, bi çalakiyên xwe biryardariya xwe ya bi Rêberê xwe re didin nîşankirin. Çalakiya nobetê 266 roj li pey xwe dihêle û bi biryardariyek xurt didome.

Jinên ciwan ên ku di çalakiyê de cihê xwe digirin bi biryardarî diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsogerkirin dev ji çalakiyên xwe bernadin û bang li tevayî ciwanan kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.

‘Armanca me ew e ku em Rêbertî bi fîzîkî azad bikin’

Nalîn Gokalp di destpêka axaftina xwe de qala çalakiya nobetê ya li wargeha Mexmûrê kir û got: “Ev 8 meh zêdetirin li wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Em wek ciwan û jinên ciwan beşdarî çalakiyê bû ne. Armanca me ji çalakiyê tenê ewe ku em agahiyek ji Rêbertî bigirin, armanc ew e ku em Rêbertî bi fîzîkî azad bikin û nav xwe de bibînin. Çawa ku Rêber Apo ji bo ciwan û jinên ciwan azadî bidest xist û fikir û felsefe pêşkêşî wan kir, divê em jî bi heman şêweyî ji bo Rêber Apo têbikoşin.”

‘Li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakî têne lidarxistin’

Nalîn Gokalp di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir û got: “Li her deverê, li Kurdistan û ji derveyî welat ciwan û jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên cur bi cur didin meşandin. Ev ji bo gelê Kurd cihê serkeftinê ye. Ez bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî çalakiyan bibin.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo gerdûnî bûye’

Eynas Kar jî destnîşan kir ku wek ciwan ewê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsogerkirin di nava çalakiyan de bin û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her Kurdek li ku derê dibe bila bibe di nava çalakiyan de bin. Dewleta Tirk ev çend salin li ser Rêbertî tecrîdek giran dide meşandin û agahî jê nayê girtin. Divê li hemberî vê wek ciwan û jinên ciwan li her derê çalakiyan li darbixin û çi erkê ku dikeve ser milê me pêkbînin. Êdî ne tenê gelê Kurd her kesê ku azadiya xwe dixwaze ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan li dardixin. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo giştî gelên cîhanê ne.”

Eynas Kar di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî ciwanan kir ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe xurttir bikin.