Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 91’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 91’emîn û bi biryardariyek xurt didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 462’emîn de bi dewirgirtina koma 91'emîn û bi biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 90’emîn Şîlan Bûdak axivî.

‘Rêber Apo li Îmraliyê berxwedanek mezin dide’

Şîlan Bûdak, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erk û berpirsyartiya herî mezin a xwendekaran û wiha got: “Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka me ya sereke ye. Em wek xwenkarên wargeha Mexmûrê ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî çalakiyê bûn. Armanca tecrîda li ser Rêber Apo lewazkirina têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û ciwanan e. Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê li dijî îşkece û tecrîda girankirî têkoşîn û berxwedanek mezin dide. Divê em jî wek ciwan û xwendekarên Rêber Apo têbikoşîna xwe mezintir bikin. Jiyanî kirina berhem, fikir û felsefeya Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsyartiya herî mezin a xwendekaran e. Jiyana me bi azadiya Rêber Apo re wê watedartir bibe.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 91’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.