Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 111’emîn didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 111’emîn didome.
Mexmûr – Çalakvanên çalakiya Nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 111’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 110’emîn Evîn Nêrwehî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek helê Wargeha Mexmûrê yekane armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev 26 sal in Rêber Apo dibin tecrîdek giran de tê ragirtin. Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em wek gelê Wargeha Mexmûrê dibêjin çi dibe bila bibe em ê her awayî çalakiyên xwe bidomînin û heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dev jî çalakiyên xwe bernadin. Piştî demek dirêj pêkhatina hevdîtinên bi Rêber Apo re û agahî girtina ji rewşa Rêber Apo cihê kêyfxweşiyê ye, lê hevdîtin netêrker in. Bila dijmin baş bizane li seranserê Kurdistanê berxwedana me bidome. Em bang hemû gelê Kurd dikin ku li dijî tecrîde rabin û li ber xwe bidin.
Em wek gelê wargeha Mexmûrê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriya berxwedana gelê xwe dikin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.